• Saturday, 27 July 2024
logo

Wan ji bona rekora “Taştêya herî mezin a Cîhanê” amade ye

Wan ji bona rekora “Taştêya herî mezin a Cîhanê” amade ye
Bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê, xwe ji bo rekora cîhanî ya “Qelebalixtirîn Taştêya Cîhanê” amade dike.

Peyamnêrê Rûdawê li bajarê Wanê ragihand, îro li Parka Kulturê ya Ataturk a bajêr bi hezaran welatî kom bûne da ku beşdarî taştêya herî mezin a cîhanê bibin.

Wan dixwaze bi vê yekê navê xwe bixe nav pirtûka rekoran a Guinnessê.

Li gorî agahiyên Serokê Odeya Bazîrganî û Pîşesazî ya Wanê (VATSO) Necdet Takva, wan amadekariya 35 hezar kesî kirine.

Necdet Takav da zanîn, heta niha di cîhanê de ev rekor du caran hatiye şikandin lê di yekê de li ser xwarina sandivîçan ya din jî li ser xwarina nanê şikulatî bûye û got, lê emê di sofreya xwe de herî kêm 20 cure pêxwarin danên.

Rudaw
Top