• Saturday, 27 July 2024
logo

Pilingekî Jaguar li Helebceyê hat dîtin

Pilingekî Jaguar li Helebceyê hat dîtin
Li gundê Giryan ê ser bi neha Biyare ya Helebce pilingekî corê Jaguar mirî hat dîtin û Rêveberê Ragehandina Şubeya Parastina Daristanên Silêmaniyê jî got: ‘’Li gor lêkolînên destpêkê destê nêçîrvanan di mirina wî pilingî de nîne.’‘

Di vê derbarê de Rêveberê Ragehandina Şubeya Parastina Daristanên Silêmaniyê Hêmin Kemal agahî dan BasNewsê û wiha axifî: ‘’Em wek rêveberiya polîs û jîngehê hatin agahdarkirin ku pilingek li sînorê Giryan miriye. Em jî di zûtirîn dem de gehiştin cihê bûyerê û me dest bi lêkolînan kir.’‘

Hêmin Kemal da zanîn ku dirêjiya piling zêdeyî du metreyan dibe û wiha pêde çû: ‘’Giraniya wî jî zêdeyî 80 kîlogram e, li gor lêkolînên destpêkê derket ku destê nêçîrvanan di mirina wî de nîne û guman tê kirin ku ji ber xwarina tiştên pîs miribe, an jî mar pêveda be, ji ber cihê yek du birînan pêve ye. Herwiha piling jî corê Jaguar e ku li cîhanê ev corê han ber bi nemanê ve diçe.’‘

Hêjayê gotinê ye berî niha jî li Helebceyê pilingekî corê Jaguar hatibû kuştin û Rêveberê Ragehandina Şubeya Parastina Daristanên Silêmaniyê jî dibêje ku hewl didin kesê ew piling kuştiye bigirin û wî bidin dadgehê da cezayê pêwist werbigire.

Basnews
Top