• Sunday, 23 March 2025
logo

Li vî bajarê Kurdan buhayê erd û xanî % 100 bilind bû

Li vî bajarê Kurdan buhayê erd û xanî % 100 bilind bû
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, nirxa xanî û erd %100 bilind bûye. Serokê Yekîtiya Şêwrimendiya Xanîberan li wî bajarî dibêje: “Ji havînê ve, dê kirêya xaniyan jî giran bibe”. Bi gotina Wirya Ehsen, heman rewş li hemû bajarên din ên wê parêzgehê jî heye.

Li gorî Wirya Ehsen, bi zêdebûna kirêya xaniyan, xelkê kirêçî û kêmdahat dê neçar bibin ku ji nava bajaran derkevin û li taxên hejarnişîn û bê xizmetguzarî yên qerax bajaran nîşetecî bibin.

Wirya Ehsen got jî, nirxê dayîna moleta çêkirina xanî, giranbûna kelûpelên lêkirinê û bilindbûna heqdestê lêkirinê, wiha kiriye ku buhayê xanî û erdan, bi berhevdan li gel sala derbasbûyî %100 girantir bibe.

Serokê Yekîtiya Şêwrimendiya Xanîberan li Sineyê destnîşan kir, danîna nirxan li gorî heza dilê froşyaran e û tu dezgehekê niha şiyana diyarkirina nirxê fermî nîne.

Rudaw
Top