• Wednesday, 24 April 2024
logo

Parlementerek: Beşek pir biçûk ji dahata deriyên sînorî yên Silêmaniyê diçe xezîneya hikûmet

Parlementerek: Beşek pir biçûk ji dahata deriyên sînorî yên Silêmaniyê diçe xezîneya hikûmet

Endamekî parlementoya Kurdistanê dibêje, beşek pir biçûk ji dahata Silêmaniyê diçe xezîneya hikûmetê loma mûçeyê karmendan gîro dibe.

Vê carê dîsa mûçeyê karmendên hikûmeta Kurdistanê gîro bû. Hikûmet bi lêbirrîna %21 jî nikare bi hêsanî mûçe bide.

Parlementerê Kurdistanê, Mem Eskender li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, sebeba serekî ya vê yekê ew e ku beşek pir biçûk ji dahata Silêmaniyê diçe xezmîneya hikûmetê, ji ber wê jî mûçe gîro dibe û gelek arîşeyên din derdikevin.

Mem Eskender her wiha got, di dahata deriyên sînorî yên li parêzgeha Silêmaniyê de ne zelalî heye û piraniya dahata wir ne xuya ye. Ev jî dibe sebeba arîşeyan.

Wî parlementerê Kurdistanê anî ziman, dahata deriyên sînorî gelekî zêde bûye û got, bi zêdebûna dahatê re her meh heman kujmê didin hikûmetê. Ma wisa dibe! Li kêleka deriyên qanûnî, qaçaxçîtî jî tê kirin. Asayişa YNKê li aliyekî û qaçaxçîyên din jî li aliyekî ji xwe re dibin. Divê were zelalkirin ev mijar ka çima asayiş vê yekê dike. Dahata asayişê diçe ku. Ev resmen dizî ye.

 

Basnews

Top