• Saturday, 20 April 2024
logo

Sine – Bavê wê nehîşt bixwîne xwe kuşt!

Gulan Media September 26, 2021 Civakî
Sine – Bavê wê nehîşt bixwîne xwe kuşt!

 Li gundekî bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê keçikek 13 salî ji ber ku bavê wê nehîşt bixwîne, xwe kuşt.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî li gundê Derwêşan yê nahiya Jawero ya bajarê Sine keçikek 13 salî xwe kuşt.

Li gorî agahiyan, wê keçkê ji ber ku bavê wê nehîştibû li ser xwandina xwe berdewam be, xwe kuştiye.

Navê wê keçkê Semîra Seîdî û temenê wê jî 13 salî bûye.

 

Basnews

Top