• Friday, 26 April 2024
logo

Li nahiya Herîrê ya Hewlêrê sê endamên malbatekê hatin kuştin

Gulan Media October 1, 2021 Civakî
Li nahiya Herîrê ya Hewlêrê sê endamên malbatekê hatin kuştin

 Li nahiya Herîrê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê vê êvarê ji ber sedemeke civakî 3 kes hatin kuştin.

Nûçegihanê K24ê ragihand; vê êvarê li nahiya Herîrê sê kesên ji malbatekê ji aliyê kesekî ve li nav bazarê hatin kuştin, ku yek ji wan karmendê asayîşê ye.

Li ser sedema kuştina wan eşkere kir; ew 3 kesên hatine kuştin, çend sal berê ajalên xwe ji bo çêrandinê birine çiyayê Benî Herîr, kesê ku îro sê kes kuştin, wê demê bi otomobîla xwe di nav ajalan re derbas dibe û li wan dixe, wê çaxê yek ji van kuştiyan gulle berdide û şer û pevçûn di navbera wan de çêdibe, çend carên din jî gulle berdidin mala hev û bi awayekî berdewam gefa kuştinê li hev dixwin û pirsgirêka wan berdewam dibe.

Nûçegihanê me ragihand ku îro kujer bi otomobîlê rê li ber wan 3 kesan girtine û ew kuştine.

Herwiha eşkere kir ku her sê kuştî pismamên hev in û niha hîn jî li çiyayê Benî Herîr pirsgirêk berdewam e û ji ber teqeyan, du polîs jî di vê bûyerê de birîndar bûne.

 

K24

Top