Bexda – Karkerekî baxçê ajalan ji aliyê hirçekî ve hat kuştin
Çapemeniya Iraqê ragehand, derengê şeva borî karmendekî paqijî kirinê li baxçeyê ajalan a li Bexdayê, ji aliyê hirçekî ve rastî êrîşê hat û canê xwe ji dest da.
Li gor çapemeniya Iraqê ew karker di dema kar de, ku hewla paqij kirina cîhê wê hirça li baxçeyê ajalan dida, rastî êrîşa hirçê hatiye û hirçê ew karker kuştiye.
basnews