• Wednesday, 24 April 2024
logo

Çalakvanên Sine li dijî kuştina jinan nerazîbûn nîşan dan

Gulan Media October 7, 2021 Civakî
Çalakvanên Sine li dijî kuştina jinan nerazîbûn nîşan dan

 Çalakvanên sivîl û çandî li Sine bi armanca şermezar kirina tundiya li hember jinan û bêxemiya saziyên peyvendîdar ên hikûmeta Îranê, li hember dadgeha wî bajarê kombûneke girseyî ve nerazîbûn nîşan dan.

Çend roj berî naha jineke temen 22 salî li gundeke ser bi Sine ji aliyê bavê wê ve bi benzînê hate şewitandin û ji ber wê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor zanyariyên çavkaniyên Mafê Mirov li Rojhilatê Kurdistanê, ew keça kurd a bi navê Faêze Melekî ya temen 22 sal bû û xelkê gundê Korkore ya ser bi Sine bû û ji ber pirsgirêkekî civakî bi destê bavê xwe ve hat şewitandin.

Çalakvanên sivîl ên jin li Sine di vê kombûna girseyî de nerazîbûn nîşandan û dirûşmên ‘’Na ji bo jin kuştin, Em hemû Faêze ne, Êdî Bes e’’ avêtin û li hember bêxemî û dûvçûn nekirina saziyên ewlehiyê û dadgehên Îranê jî nerazîbûn nîşan dan.

Malpera Hengav a Mafê Mirovan jî derbarê dosyaya Faêze Melekî de ragehand: ‘’Di dosyaya Faêze de heta naha ne polîs û ne jî saziya dadweriya Îranê ti hewldanek nedaye.’’

Top