• Friday, 29 March 2024
logo

Li Diyarbekirê bo 3 rojan mîhrîcana zanistî birêve diçe

Gulan Media October 8, 2021 Corane
Li Diyarbekirê bo 3 rojan mîhrîcana zanistî birêve diçe

Li Diyarbekirê Mîhrîcana Zanistî birêve diçe. Mihrîcan dê 3 rojan berdewam bike. Bi taybetî ji bo xwendekarên zarok li 40 kargehan xebatên zanistî tên nîşandan. Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglu got; armanca wan ew e ku bi xebatên zanistî danerên wekî Îsmaîl Ebûl Îzê Cizîrî bigihînin.

Li Diyarbekirê li Sumerparkê Mîhrîcana Zanistî ya Mezopotamyayê ya 4007 ya TUBÎTAKê dest pê kir. Li qada mîhrîcanê ji 40î zêdetir kargeh hatin vekirin. Di van kargehan de xebatên li ser teknolojî, huner û werzişê tên pêşkêşkirin. Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, di despêkirina mîhrîcanê de behsa xebatên danerê navdar ê Kurd Îsmaîl Ebûl Îzê Cizîrî kir û got; bi van xebatan ew dixwazin bala zarokan bidin zanistê.

Munîr Karaloglu diyar kir: “Li Mezopotamya şopa gelek şaristaniyan heye. Li ser vê axê gelek xebatên zanistî hatine kirin. Zanistê navdar Îsmaîl Ebûl Îzê Cizîrî ji vê herêmê ye. Wî 25 salan li Diyarbekirê li Qesra Artukluyê serokatiya xebatên zanistî kiriye û hemû dahênanên xwe li vir çêkirine. Kar û xebata me jî ji bo we ciwanan e, da ku hûn jî wekî Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî xebatên serkeftî bikin.”

Mîhrîcana ku dê heta 9ê Cotmehê berdewam bike bi taybetî bala xwendekaran dikişîne. Mamoste û tîmên ku dahênanan dikin berhemên xwe pêşkêşî xwendekar û temaşevanan dikin. Mamoste dibêjin; ew bi amûrên cuda û rêbazeke hêsan çêkirina berhemên nû nîşanî xwendekaran didin.

Mamoste Salih Bîlen ji K24ê re diyar kir: “Navê sîstema me esansora hîdrolîk e. Ji ku mirov an jî tiştan pê hilgire me ev esansor çêkir. Ev esansor bi hêza avê kar dike.”

Mamoste Zeynep Budur jî destnîşan kir: “Me îro li vê derê mecuna fîldîşî ceriband. Ev  ceribandin ji bo dîtbariyê tê kirin.  Di nava van beheran de boyaxa xwurekê û potasyom heye. Em hidrojen peroksîtê lê dikin, bi vî awayî kew dide. Ev mijara zanîsta fen û kîmyayê ye. Me jî xwest ku em li ber çavên welatiyan biceribînin û dîmenên balkêş bidin temaşekirin.”

Rêvebera Mîhrîcana Zanistî ya Mezopotamyayê Esra Nazli ji K24ê re eşkere kir: “Xwendekar dê ji vê pêşengehê sûdên mezin werbigrin. Mixabin li dibistanên me hemû xebatên zanistî nayên kirin. Ji ber wê yekê xwendekar dê li vê derê temaşeyî ceribandinên kîmyewî bikin, dê li kargehên robotîkê temeşeyî çêkirina amûrên nû bikin. Dê zarok ji nêz ve xebatên hunerî bibînin.”

Mamoste Fahredîn Dogan jî dibêje: “Min wesayîta otomatik çêkiriye. Di hatûçûnê de gelek qeza çêdibin. Da bû ev qeza kêm bibin me wesayîtek çêkir. Ev wesayît dema digire cihê ku welatî lê derbas dibin xwe bixwe disekine."

Di 3 rojên mîhrîcanê de, dê xebatên li kargehan berdewam bikin, şano û konsert dê bên sazkirin û gotar dê bên pêşkêşkirin û dê pêşangehên wêneyan jî bên lidarxistin. Rayedarên bajêr dibêjin; dê li ser xebatên bi vî rengî berdewam bin. 

Top