Li Sine salane nêzîkî milyonek û 400 hezar masiyên xemlê tên berhemanîn
Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê salane nêzîkî milyonek û 400 hezar masiyên xeml û rewşê tên berhemanîn.
Berpirsê hewz û navendên berhemanîn û perwerîkirina masiyan li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, Hemîd Hisênpûr ragihandiye, li seranserî parêzgehê 10 navendên berhemanîna masiyên xeml û rewşê hene ku mezintirîn navend li gundê Çino yê Sine ye.
Hemîd Hisênpûr daye zanîn jî, li gundê Çino zêdetirî 375 hezar masiyên xeml û rewşê tên berhemanîn û ev rêje dê heta 700 hezar masî jî bilind bibe.
Bi gotina wî berpirsî, salane bi giştî milyonek û 370 hezar masiyên xeml û rewşê li parêzgeha Sine tên berhemanîn.
Li Îranê herî zêde masiyên xeml û rewşê li Îsfehanê berhemanîn ku salane 67 milyon masî ye.
Masiyên xeml û rewşê masiyên reng rengî ne ku di akvaryoman de û helkeftên mîna cejna Newroz, cejna jidayîkbûnê û helkeftên din de tên bikaranîn.
K24