• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Amedê Werza Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran dest pê kir

Gulan Media October 11, 2021 Hunerî
Li Amedê Werza Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran dest pê kir

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê "Werza Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran" bi dirûşmeya "Her der ji me re dik e"  dest pê kir.

Şaredariya Mezin a Amedê îsal werza çand û hunerê ya 2021-2022yan ji bo helbestvanê Kurd ê navdar Feqiyê Teyran veqetand.

Di werzê de gelek çalakiyên wek sînema, şano, konser, pêşangeh, panel û xebatên atolyeyan bên lidarxistin.

Ji ber destpêka werzê li Navenda Kongre û Çandê ya Sezaî Karakoç bernameyek hat lidarxistin.

Parêzgarê Amedê Munîr Karaoglu di bernameyê de axivî û got ji bo ku ew ji nifşên nû re behsa Feqiyê Teyran bikin wan biryar daye ku îsal bibe sala Feqiyê Teyran.

Karaoglu got werza çand û hunerê ya 2021-2022yan dê xweş derbas bibe û wiha pê de çû: "Par ji ber şewbê me zêde çalakî li dar nexist. Lê ji bo ku mirovên me yên Amedî ji çand û hunerê mehrûm nemînin me li ser medyaya civakî, li ser platformên dijîtal û onlîne gelek xebatan kir. Me dît ku hem hemşeriyên me yên Amedî û him jî welatiyên din ên ji bajarên din eleqeyeke mezin nîşanî xebatên me didin. Înşallah îsal dê sezoneke çandê ya têr û tije derbas bibe. Em dê înşallah şano, sînema, konser, pêşangeh, dîwanên dengbêjan û çalakiyên bi vî rengî gelek xebatan bikin."

 

Rudaw

Top