Bazara Ezra yek ji kevintirîn bazarên Rojavayê Kurdistanê ye
Bazara Ezra ya li Qamişlo yek ji kevintirîn bazarên Rojavayê Kurdistanê ye û wek Bazara Cihûyan navûdeng daye.
Bi dehan bazar li bajarê Qamişlo hene lê ya Herî kevn bazara Ezra ango jî bazara cihuyan e ku ji dema damezirnadina Qamişlo ew bazar heye.
Bazara Ezra di dema hatina Fransiyan de hate avakirin û cihûyên Nisêbîn, Cizîra Botan û Zaxo ev bazar ava kirine û heta niha dibistan û perestgehên Cihûyan li vê taxê mane. Cihûyan xanî, mal û milkên xwe li Qamisşlo nefirotine û Komîteya Milkên Yehûdî milkên Cihûyan li Qamişlo birêve dibe.
Ligel nivîskar Konê Reş ku bi xwe ji Qamişlo ye û li ser dîroka vî bajarî pitûrekek jî nivsandiye, li nava bazara Ezra digerin û behsa dîroka wê bazarê û hatina cihuyan bo Qamişlo dikin.
Nivîskar Konê Reş dibêje: “Ji bilî vê bazarê, dibistaneke taybet bi cihûyan û dêreke wan li heman bajarî hebûn. Helbestvan û nivîskarê Kurd yê Erebînivîs Selîm Berekat jî sala 2019an di romana xwe de gav bi gav diyar dike çawa Cihûyên Qamişlo bi planeke hûrbîn û bi zanebûn roj bi roj kêm bûn û diyar neman heta dawiya dawî li New Yorkê hêwirîn.”
Bekrî Safî ev çend sal in li vê bazarê kar dike ku niha bûye bazareke taybet bi giya û biharatan.
Dukandar Bekrî Safî dibêje: “Derdora 12 salan, em li vê bazarê nû ne. Bazara Ezra ji bazarên herî kevn ên Qamişlo ne niha bi bazara biharat û dermanên giyayî tê naskirin , berê gelek pîşe li vê bazarê hebû, ezra bi xwe gelek kar dikirin, firoşkarên benêr, mast û hirî li vir hebûn.”
Dukana Ezra ku yekem dukan û bingeha vê bzarê ye heta niha vekirî ye, gelek kes têde kar kirine, kesên ku lê kar kirine ji bilî ku kevinbûna vê duhkanê parastine, çend wêneyên Ezra û malabata wî jî hilgirtine.-
Bazareke bi liv û tevgere û ji bilî kiryaran, rojane û ji bo dîtina wê û girtina çend wêneyan bi dehan kes ji Qamişlo û derveyî wê, serdana bazara Ereza dikin.