• Friday, 19 April 2024
logo

HSDê bombebaranên Tirkiyê şermezar kir

Gulan Media October 15, 2021 Nûçe
HSDê bombebaranên Tirkiyê şermezar kir

HSDê bombebarana rojane ya artêşa Tirkiyê bo ser navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê şermazar kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amaje bi wê kir, rojane hêzên Tirkiyê navçeyên derdora Serê Kaniyê û deverên gundnişîn dikin armanc û ji ber wan êrişan gelek sivîl bûne qurbanî.

Artêşa Tirkiyê îddaî dike ku şervanên HSDê êrişî hêzên wan dikin û HSD jî red dike û dibêje, “Ev yek ne rast e û tenê tomet in.”

HSDê li gel belavkirina hinek amarên êrişên Tirkiyê, tekez dike ku Tirkiyê agirbesta Cotmeha 2091an binpê kiriye û dibêje, Tirkiyê tenê di îlona 2021ê de 194 caran binpêkarî kirine, herwiha firokeyên Tirkiyê 21 carê êrîşên asmanî li navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê kirine.

Li gor daxuyaniya HSDê, di êrîşên xwe de artêşa Tirkiyê 1067 caran navçe topbaran kiriye, ku di encamê de 5 sivîl bûne qurbanî û 6 sivîlên din jî birîndar bûne û her li gor daxuyaniyê, artêşa Tirkiyê 5 pêgehên artêşa Sûriyê li navçeyê bordûman kirine di encam de serbazekî Sûrî bûye qurbanî.

Di dawiya daxuyyaniya xwe de HSDê daxwazê ji Civaka Navdewletî û gelê Tirkiyê dike, ku qet ji derew û tometên bêbingeh ên Tirkiyê bawer nekin, ku “tenê hestên neteweyî û şovînî bikar tîne.”

Ev yek di demekê de ye ku jibilî zêdekirina bombebaranan, Tirkiye gefên destpêkirina êrişeke nû bo ser Rojavayê Kurdistanê dixwe.

Top