Kolberekî din yê Kurd hate kuştin
duhê êwarê hatiye kuştin.
Ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye kuştin.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, êwara roja înê (duhê) li sînorên nêzî bajarê Serdeştê li Rojhilatê Kurdistanê, çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.
Di encama êrîşa han de Kolberekî Kurd bi navê Jiyan Elîpûr canê xwe ji dest daye.
Jiyan Elîpûr biyarê girtiyê siyasî yê Kurd Hûşmend Elîpûre.