• Thursday, 25 April 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê û Mîrê Qeterê peywendiyên dualî gotûbêj kirin

Gulan Media October 17, 2021 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê û Mîrê Qeterê peywendiyên dualî gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û di yekem serdana xwe ya fermî de bo Qeterê, îro li Dohayê li gel Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser vexwendina fermî ya Mîrê Qeterê, duh gihiştibû Dohayê û îro piştî civîna li gel Serokwezîr Şêx Xalid bin Xelîfe el Sanî, li gel Mîrê Qeterê  Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî civiya.

Peyamnêrê Rûdawê Helkewt Ezîz derbarê naveroka civînê de ragihand, jibilî peywendiyên siyasî û aborî û warên din ên di navbera herdu aliyan de, mijara vekirina Konsulxaneya Qeterê li Hewlêrê jî hat gotûbêjkirin.

Her li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, hilbijartina pêşwext a Iraqê û dawîn pêşhatên siyasî yên li navçeyê ji mijarên civînê bûn ku gotûbêj li ser hatin kirin.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî tekez kir ku di civînan de pêşxistin û bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistan û Qeterê, rewşa Iraq û pêşhatên li navçeyê tên gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh jî li gel Wezîrê Derve û Cîgirê Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdurehman El Sanî civiyabû.

 

 

Rudaw

Top