• Friday, 19 April 2024
logo

Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkên Erebî li Stenbolê berdewam e

Gulan Media October 17, 2021 Hunerî
Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkên Erebî li Stenbolê berdewam e

6emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkên Erebî li Stenbolê birêve diçe. Di pêşangehê de ji 23 welatan zêdetirî 250 weşanxane beşdar in. Pêşangeh di 9ê Cotmehê de dest pê kir û dê heta 17ê Cotmehê berdewam bike. Pêşangeh piştî 2 salan birêve diçe û weşangerên Erebî ji bo beşdarî û eleqeya gelekî kêfxweş in. Berpirsên Pêşangeha Pirtûkên Erebî didin zanîn ku li Tirkiyê bazareke baş a firotina pirtûkên Erebî heye û salawext nêzî 100 hezar pirtûk tên firotin.

Li Tirkiyeya ku derdora 5 milyon nifûsa Ereban lê heye, 6emîn car Pêşangeha Navdewletî ya Stenbolê ya Pirtûkên Erebî birêve diçe. Pêşangaha ku ji aliyê Yekîtiya Weşangerên Tirkiye û Komeleya Navneteweyî ya Weşangerên Pirtûkên Erebî ve tê sazkirin bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyê di 9ê Cotmehê de dest pê kir.

Ji 23 welatan zêdetirî 250 weşanxane beşdarî fûarê bûne û wê seranserê fûarê ji 100î zêdetir bername û çalakiyên çandî bêne kirin.

Weşanger û Endamê Koordînasyona Pêşangehê Zuheyr El-Berrî got: “Ji ber pandemiyê piştî 2 salan me dîsa pêşangeha xwe lidar xist. Ji xeynî welatên Erebî weşanxaneyên ji Amerîka, Kanada û Ewropayê jî beşdar in. Ev fûar ji bo Erebên ku li Tirkiyê dijîn gelekî girîng e. Her wiha ji bo nêzîkbûn û naskirina çand û zimanê Tirkî û Erebî jî ev fûar bêhempa ye.”

Pêşangeha Stenbolê ya Pirtûkên Erebî ji aliyê firotina pirtûkên Erebî ve di rêza sêyem de tê dîtin. Li gorî weşanger û pirtûkfiroşan herî zêde pirtûkên dînî, pirtûkên zarok û pirtûkên siyasî, fikrî û edebî tên firotin.

Xwediyê Weşanxaneya Îtqanê Emmar Evdilxaliq jî dibêje: “Pêşangeha me gelekî xweş û berhemdar derbas dibe. Jixwe li Tirkiyê hejmareke zêde nifûsa Ereban heye. Tevî pandemiyê jî em dibînin ku eleqe gelekî zêde ye. Mirov bêriya pêşangehên wiha kirine.”

Ji xeynî niştecih û geştyarên Ereb yên li Stenbolê, xwendekarên dibistanên İmam Xetîb û İlahiyatan jî serdana fûarê dikin û pirtûkên Erebî distînin.

Xwendekarê Îmam Xetîbê Fûrqan Çelik jî got: “Li gorî min pêşamgeh gelekî xweş e. Ji bo me xwendekaran daxistin jî hebû. Herwiha ji bo kesên ku dixwazin Erebiya xwe bipêş bixin derfetên baş hene.”

Di têketina fûarê de pêşangehên peykertraş, nîgar û wêne jî cih digrin. Nîgarkêşa Kerkûkî Nurhan Fatih jî bi resma xwe ya “Xema Payîzê” beşdarî pêşangehê bûye.

Nîgarkêşa Kerkûkî Nurhan Fatih jî got: “Ez gelekî hez ji resman dikim. Ev pêşangeha nîgaran ji aliye Komeleya Nîgarkêşên Sûrî û Iraqî ve hate durustkirin. Her çiqas nîgarkêşên ji welatên din ên wek Filistin û welatên din hebin jî piranî ji Sûriyê û Iraqê ne. Her nîgarkêş bi resmek xwe beşdar bû. Ez jî bi resmek xwe beşdar im. Bo min dibe tecrubeya ewil. Pê gelekî kêfxweş im.”

Li gorî Komeleya Weşangerên Pirtûkên Erebî, li Tirkiyê 75 weşanxaneyên ku pirtûkên Erebî çap dikin heye û ji wan 45 heb li Stenbolê ye. Berpirsên komeleyê didin zanîn ku li Tirkiyê bazareke baş a firotina pirtûkên Erebî heye û salawext nêzîkî 100 hezar pirtûk tên firotin. Her wiha li gorî zanyariyên komeleyê, di sala 2020an de li Tirkiyê 250 pirtûkên nû yên Erebî hatine çapkirin û di sala 2021an de jî 150 pirtûkên Tirkî bo zimanê Erebî hatine wergerandin.

 

Rudaw

Top