• Friday, 29 March 2024
logo

Pîrozbahiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo bîranîna jidayîkbûna Hezretî Muhemed

Gulan Media October 17, 2021 Nûçe
Pîrozbahiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo bîranîna jidayîkbûna Hezretî Muhemed

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya bîranîna mewlûd û jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed (silavên Xwedê lê be) peyamek belav kir û ragihand; pîrozbahî li Misilmanên Kurdistan û cîhanê dike.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya bîranîna jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed (silavên Xwedê lê be) pîrozbahiya herî germ arasteyî Misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.

Ez hêvî dikim, bîranîna jidayîkbûna Pêxember, bibe havêna xêr û xweşî û bextewerî û bihêzbûna nirx û bingehên bilind û ruhî yên olî, weke lêborîn û pêkvejiyan û hevqebûlkirin û dadperweriyê.

Bîranîna jidayîkbûna Pêxember, pîroz be û Xwedayê mezin, gelê Kurdistanê û mirovahiyê bi giştî, ji hemû nexweşî û azaran biparêze.

Top