• Thursday, 25 April 2024
logo

Ciwan Haco stranek nû belav kir

Gulan Media October 18, 2021 Hunerî
Ciwan Haco stranek nû belav kir

Hunermendê navdar û hezkirî yê Kurd, Ciwan Haco, stranekî nû bi navê “Lêgerîn” belav kir.

Ciwan Haco hêj strana xwe ya nû nekiriye vîdyoklîp, lê îro ji Rûdawê re got planeke wî heye ku wê stranê bike klîp.

Teskta stranê ji aliyê hevjîna rehmetî Mehmet Uzun, Zozan Uzun ve hatiye nivîsandin, herwiha Zozan Uzun berga stranê jî çêkiriye.

Muzîka stranê jî Ciwan Haco bi xwe çêkiriye.

Erman Aydoner karê mîksê û mastrîngê jê re kiriye.

Mehmet Uzun nivîskar û romanivîsekî mezin ê Kurd û ji Bakurê Kurdistanê bû, ku roja 10 ê Cotmeha 2007an li bajarê Amedê bi nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.

Ciwan Haco ji Rojavayê Kurdistanê ûdi 17ê Tebaxa 1957an de li bajarê Tirbesipiyê di dayik bûye, her ji zarokatiya xwe ve ji muzîkê hez kiriye û di 17 saliya xwe de bo cara yekem li cihekî giştî stran gotiye.

Hunermend Ciwan Haco 42 sal e li Ewropayê dijî û di sala 1979an de li zanîngeha Ruhr University Bochum li bajarê Bochum ê Almanyayê beşa muzîkê temam kiriye.

Heta niha Ciwan Haco 14 album belav kirine û li her çar parçeyên Kurdistanê hezkiriyên dengê wî hene.

Ji bilî stranbêjiyê, Ciwan Haco wek aktor di fîlma sînemayî ya Dol de ku derhênerê navdarê Kurd Huner Selîm derhêneriya wê kiriye, beşdar bûye.

 

 

Rudaw

Top