• Thursday, 25 April 2024
logo

Buldan: HDP dê bibe desthilat

Gulan Media October 19, 2021 Nûçe
Buldan: HDP dê bibe desthilat

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê 18ê Cotmeha 2021ê di mîtîngekê de axivî û got, ew dê bibin beşek ji desthilata demokratîk a Tirkiyê.

Buldan di axaftina xwe de behsa nexşerêya ku HDPê ragihandiye jî kir û bang li partiyên opozisyonê û aqilmendan kir ku vê nexşerêya heyî bikin bingeha birêve birina Tirkiyê.

Buldan got, “Niha em dijberiyeke demokratîk birêve dibin. Lê ev wiha berdewam nake. Em ji were soza vê yekê didin ku di dema pêş de emê bibin beşek ji desthilata demokratîk. Me berdelên mezin dan û derketin vê rêyê. Me kedeke mezin da di vê rêyê de. Jinan cuda berdêl û ked dan, dayikên me cuda berdêl û ked dan. Xelkê me cuda berdêl û ked da. Bêguman bersiveke vê berdêl û keda ku me daye dê hebe. Bersiv jî ev e ku di hilbijartineke din de HDP bibe partiyek ku vê dewletê birêve bibe. Bila gumana kesekî ji vê yekê nebe. HDP bo vê heye. HDP bo vê yekê dê bibe desthilat û bimeşe. Bo aştiyê, bo dadê û bo azadiyê dê bimeşe. Bo demokrasiyê bîne vî welatî dê bimeşe.”

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mithat Sancar 27ê Îlona 2021ê li Enqere ya paytexta Tirkiyê nexşerêya bi navê “Em bi hevre biserbikevin” ragihandin.

Herwiha HDPê bang li hemû sazî, dezgeh, partî û her welatiyekî Tirkiyê yên ku “siberojeke ronak dixwazin” kir û got, “Berpirsyarî ya me hemûyan e. Em li şûna hesabên şexsî û berjewendiyên partîzaniyê, bi aqilekî hevpar û bi hev re siberojê ava bikin.”

 

Rudaw

Top