• Thursday, 28 March 2024
logo

Tirkiyê li hemberî raporta Komisyona Ewropayê nerazîbûn nîşan da

Gulan Media October 20, 2021 Nûçe
Tirkiyê li hemberî raporta Komisyona Ewropayê nerazîbûn nîşan da

Wezareta Derve ya Tirkiyê, nerazîbûn li hyemberî raporta ku Komîsyona Ewropayê derbarê wî welatê de da û ragihand ku di raportê de helwesteje standarda dualî heye û Yekîtiya Ewropayê (YE) helwestek neheq pêşan daye.

Wezareta Derve ya Tirkiyê li dijî raporta Komîsyona Yekitiya Ewropa ku tê de dibêje “li Tirkiyê di warê demokrasî û mafê mirovan de paşdeçûn heye” bi daxuyaniyeke nerazîbûna xwe nîşan da.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de tê gotin ku "Raporek Tirkiyê hat weşandin, ku tê de berpirsiyariyên li hember welatê berendam Tirkiye têne paşguhkirin û nêzîkatiyek dustandard dîsa di têkiliyan de xuya dibe. Em red dikin ku tezên hevnegirtî û meyldar ên Rûm-Yûnan têxin nav raportê ku  mijarên ne di bin berpirsiyariya Yekîtiya Ewropî de ne weke mîna salên berê.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje: “Di demekê de ku me hewl da ku em bi Yekîtiya Ewropayê re rojevek siyasî ya erênî saz bikin û mixabin rapora Tirkiye hate weşandin, ku mixabin berpirsiyariyên li hember welatê berendam Tirkiye hatin paşguhkirin û tê denêzîkatiyek dualî diyar dibe.

Di beşeke din a daxuyaniyê de Wezareta Derve ya Tirkiyê  amaje bi yekê dike neheqî li wan hate kirin û dibêje: “Em bi taybetî di pîvanên siyasî û beşa Dadgerî û Mafên Bingehîn de, îdîayên bê bingeh û rexneyên neheq qebûl nakin. Gelek mijarên ku ji bo welatên endam jî nakok in hene. Em biryarên wan ên ne dadmend û bêpîvan ên di derbarê tekoşîna me ya li dijî terorê de red dikin. Ev nêzîkatiya ku tehdîdên Tirkiyê û gefên rêxistinên terorê paşguh dike, ji bilî dilxweşkirina komên radîkal ên li Ewropayê yên li dijî Tirkiyê, ji ti aliyên din re xizmetê nake.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê herwiha daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê dike ku ew berjewendiyên hevbeş li ber çav bigire, Tirkiyê wekî welatek berendamê gotûbêjan dibîne, ne wekî hevkarek ku meriv pê re rojane dan û stendinê bike.

Komîsyona Yekitiya Ewropa, rapora Tirkiyê ya heyama Hezîrana 2020-Hezîrana 2021ê ku ji 128 rûpelan pêk tê duh 19ê Cotmeha 201ê eşkere kir.

Di raporê de geşedanên siyasî, civakî û aborî û 35 mijarên din bi berfirehî hatine nivîsandin.

 

Rudaw

Top