• Friday, 29 March 2024
logo

Ji bo cara yekem wêneyê kesê ku Sedam veşartibû tê eşkerekirin

Gulan Media October 20, 2021 Nûçe
Ji bo cara yekem wêneyê kesê ku Sedam veşartibû tê eşkerekirin

Ji bo cara yekem wêneyê wî kesî tê weşandin ku sala 2003an bo dema 8 mehan serokê berêtir ê Iraqê Sedam Hisên di çalekê di baxê xwe de veşartibû. Ev jî bi rêya belgefîlmekî sînemayî ku Derhênerê Kurdistanî-Norwecî Helkewt Mistefa karê nivîsîn û derhênanê wî kiriye.

Ev berhema sînemayî di destpêka sala bê (2022) de, li sînameyên cîhanê tê belavkirin û li Iraq û Herêma Kurdistanê jî mafê weşandina wî bi Tora Medyayî ya Rûdawê tenê hatiye dan.

Ji bo cara yekem wêneyê wî mirovî tê weşandin ku ji bo dema heşt mehan serokê berêtir ê Iraqê Sedam Hisên li bajarokê Dor li başûrê Tikrîtê di çalekê de veşart.

Ela Namiq, ew mirovê 50 salî ye ku sala 2003an ji bo dema 235 rojan Sedam Hisên di çaleke binerd di baxê xwe de li derdora bajarê Tikrîtê veşart. Berî ku Amerîka Sedam di 13ê Kanûna Yekem a 2003an de bibîne û wî di çalê de bigire.

Piştî derbasbûna nêzîkî 18 salan di ser bûyerê re, ji bo cara yekem serçavê Ela Namiq bi rêya belgefîlmekî sînemayî ji cîhanê re tê nîşandan.

Her çiqas ew mirov di raboriyê de bêyî ku hevpeyvîn pê re were kirin, bûbû mijara medyaya navxwe û cîhanî, lê berê qet rê nedabû bi wêneyekê jî serçavê wî were eşkrekirin.

Derhênerê Kurdistanî-Norwecî Helkewt Mistefa bi rêya belgefîlmê (Veşartina Sedam Hisên) ji bo cara yekem Ela Namiq anî pêşber çavê kamerayê da ku çîroka veşartina Sedam Hisên bi zimanê xwe vebêje.

Helkewt Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, razîkirina Ela Namiq bo beşdarbûna di berhema wî ya nû de, ne hêsan bû.

Derhênerê Kurdistanî û şêniyê bajarê Silêmaniyê li ser hizira vî belgefîlmî anî ziman ku hergav çîroka wê çalê ji wî re cihê pûnijîn û têbînîkirinê bû û got “Ne cihê bawerkirinê bû ku kesek xwe bi vî awayî heşt mehan di çalekê de veşêre”. Lewra ji wê çaxê ve dest bi gerê kiribû li kesê sereke yê li pişt çîroka çalê: Ela Namiq. Heya dû re di destpêka sala 2010an de “bi rêya siyasetvanekî” saloxa merivê nihênî bi dest Mistefa ket.

Helkewt Mistefa got jî, çêkirina vî belgefîlmî karekî zehmet û tijî astengî û berbend bû. Lewra amadekirina wî dora 10 salan dirêj kir. Got jî “Şertê min ji bo Ela ew bû ku yan tiştekî nebêje, yan jî her tiştî bê kêmasî û bê filterkirin bibêje”.

Helkewt Mistefa ji Rûdawê re diyar kir ku sala 2010, bi rêya telefonê, ji bo cara ewil bi Ela Namiq re axivî; di sala 2013an de çavê wî pê ket, lê salek qediya heya razî bû bipeyive û piştre jî sê salên din dom kir heya qala hemî hûrkariyên derbarê jiyana xwe di dema xweveşartina Sedam Hisên de kir.

Ji ber sedemên ewlekarî û saxlemiya Ela Namiq, derhêner baş dît cihê hevdîtina xwe û Ela Namiq nihênî bihêle. Got jî ku “Ev fîlm çîroka peyayekî vedibêje ku her tişt bû ji Sedam re û qala jiyana xwe ya taybet pê re dike. Ev meriv ajokar, nobedar, berber, bijîşk û hevalê Sedam bû”.

Belgefîlm, ku ji berhemanîna şirketa (Hene Films) a Norwecî ye û hikûmeta wî welatî palpiştiya aborî jê re misoger kir, yek ji zehmetiyên wî ew bû ku pêwîst bû hemî karên wî bi dizî û nihênî werin kirin, li gor derhênerê xelatwergir got.

Li gor Helkewt Mistefa, tew wênegir û şêniyên cihê ku dîmen lê hatine tomarkirin jî, nedizanîn belgefîlm li ser çi bû û qala çi dike. Sedema vê yekê jî parastina taybetmendî û saxlemiya jiyana karakterê sereke yê belgefîlmê bû ku medyaya cîhanî û Iraqî herdem li dû bûn da wî nîşanî wergirên xwe bidin.

Belgefîlm 95 xulek e. Ji sala 2020 heya 2021ê karê wênegirtina wî hatiye kirin û biryar e serê sala bê li sînemayên cîhanê were nîşandan.

Derhêner ne amade bû demildest cihê tomarkirina dîmenan eşkere bike, lê diyar kir ku piraniya cihên di dîmenan de derdikevin cihên rastîn in; ji bilî çend dîmenan ku li cihên din hatine tomarkirin, lê ew cih jî hevawayê cihên rastîn hatine dîzaynkirin û çêkirin.

Helkewt Mistefa got jî, “Min çêj ji çêkirina vî fîlmî dît û min bersiva pirsên ku di mejiyê min de hebûn, bi rêya vî belgefîlmî dîtin”, herwisa got “Bi nêrîna min, dê xelk çêjeke taybet jê bibînin, demeke xweş pê re derbas bikin û hest bi dîtina çîrokeke nedîtî bikin”.

Helkewt Mistefa, sala 1985an li bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Berê Helkewt Mistefa bi fîlmê sînemayî yê (Klasîko) karibû bala cîhanê bikişîne ser xwe ku li 56 welatên cîhanê weşiya û şeş xelatên navdewletî wergirt û ji 7ê din re jî hat berbijêrkirin. Li Kurdistanê jî ji aliyê Rûdawê sponseriya medyayî lê hat kirin.

Du berhemên din ên herî berbiçav ên wî derhênerê Kurd ev in: Belgefîlmek bi navê (Jinên ku DAIŞ ji wan ditirse - 2015) û fîlmê sînemayî yê (Dilê Sor - 2011) ku ji bo hemûyan karê derhênanê kiriye.

Derbarê Sedam Hisên:

Wexta ku Amerîka Adara sala 2003an êrişî Bexdayê kir, serokê wê demê yê Iraqê Sedam Hisên bi malbata xwe re ji bajêr reviyan û xwe ji ber çavan winda kirin. Vê yekê jî wisa kir ku Amerîka dest bi mezintirîn operasyona lêgerînê bike ku 150 hezar leşkerên Amerîkî tê de beşdar bûn. Heya di 13ê Kanûna Yekem a wê salê de, di jûreke binerd de, li gundekî li derdora bajarê Tikrîtê yê cihê jidayikbûna wî, hate dîtin û bi Ela Namiq re hate girtin.

 

Rudaw

Top