Erdogan pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kir
![Erdogan pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kir](https://www.gulanmedia.com/public/images/posts/20220203090842_original_30.jpg )
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Koşka Serokomariyê ya li Enqerê, pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Li daxuyaniya Serokomariya Tirkiyê, Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê, 02/02/2022, li Koşka Serokomariyê ya li Enqerê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Peywendiyên dualî
Li gor daxuyaniya Serokomaroya Tirkiyê, di civînê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê de hatin gotûbêjkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî derbarê vê serdana fermî ya Nêçîrvan Barzanî bo Enqerê de daxuyanî da.
Qayîmkirina peywendiyên bazirganî
Li gor daxuyaniyê, di civîna Erdogan û Nêçîrvan Barzanî de, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên li gel Tirkiyê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser girîngî û daxwaza herdu aliyan a ji bo qayîmkirina peywendiyên bazirganî û aborî hat kirin.
Alîkariya hevbeş, rewşa siyasî ya Iraqê û dawîn pêşhatên li navçeyê bi giştî, mijarên din ên civînê bûn û civîn demjimêr 19.30 bidawî hat.
Dawî civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Îlona 2020an li Enqerê bû û Nêçîrvan Barzanî di wê serdanê de jibilî, Erdogan li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî civiyabû.
Di wê civînê de jî tekezî li ser pêşxistina liv û tevger û danûstandina bazirganî ya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de hatibû kirin.
Di wê civînê de Serokomarê Tirkiyê amadebûna welatê xwe ji bo her cor “alîkarî û hevkariya” Herêma Kurdistanê ragihandibû û tekez kiribû, “em dê hemû pêdawîstiyên tendirustî û pizîşkî pêşkêş bikin.”
Rudaw