• Wednesday, 24 April 2024
logo

Serok Barzanî: Çavê hemû Pêşmergeyan maç dikim

Serok Barzanî: Çavê hemû Pêşmergeyan maç dikim

Serok Mesûd Barzanî di salvegera 60emîn a tevlîbûna xwe ya rêzên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de peyamek belav kir.

Serok Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Twitterê peyamek arasteyî hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê kir û ragihand, "çavê hemû Pêşmergeyan maç dikim".

Di beşeke din a peyamê de Serok Barzanî silav dişîne giyanê pak ê şehîdên Kurdistanê û dibêje: “Silav bo giyanê pak ê şehîdan.”

Îro 20ê Gulana 2022yan, 60 sal di ser temenê pêşmergeyî yê Serok Barzanî re derbas dibin.

Serok Mesûd Barzanî di 16 saliya xwe de, roja 20ê Gulana 1962yan tevlî rêzên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê bû û çekê şoreşê da ser milê xwe.

 

K24

Top