• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Zaxo termê jinekê hat dîtin

Li Zaxo termê jinekê hat dîtin

Li gundekî ser bi îdareya serbixwe ya Zaxoyê termê jinekê hat dîtin.

Peyamnêrê K24ê yê li Zaxoyê ragihand, termê jineke 42 salî ku xelkê Zaxoyê nîne, li gundê Hesen Reşo yê ser bi îdareya serbixwe ya Zaxoyê kuştî hat dîtin.

Peyamnêrê me eşkere kir, derbeke giran li serê jinikê ketiye û dibe ku ji ber vê yekê canê xwe ji dest dabe.

Herwiha ragihand ku termê jina kuştî, bo Saziya Tiba Dadî ya Zaxoyê hatiye veguhestin.

 

K24

Top