• Friday, 29 March 2024
logo

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî merasîma derçûna esfer û perşmergeyan

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî merasîma derçûna esfer û perşmergeyan

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê merasîma derçûna xula 16mîn ya efseran li Kolêja serbazî ya Qelaçiwalan li sînorê parêzgeha Silêmaniyê birêve diçe. Piştre Serokê Herêma Kurdistanê li gel Yekîtî, Goran, Yekgirtû û Komel dicive.

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî merasîma derçûyên dewreya 16emîn a Koleja Serbazî ya Qelaçolan a Silêmaniyê tê lidarxistin.

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî merasîma derçûna efseran li Kolêja Qelaçiwalan birêve diçe

Îro di merasîm derçûna xula 16emîn a Pêşmerge li kolêja serbazî ya li  Qelaçwlan de  503 efser û Pêşmerge  derdiçin Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî amade dibe.

Koleja Leşkerî a Qelaçwlan kolejeke berevaniyê ye bo xwendina leşkerî û pêşxistina efserên akademîk di refên pêşmergan de di 24.12. 1991ê hat damezrandin û 15.01.1992an dest bi wergirtina xwendekaran kiriye. Ewên ku bawernameya wan di ser amadeyî hebin tên wergirtin û piştî 28 mehên rahênanê dibin efser.

 
Nêrîna aliyên siyasî

Ferîdûn Ebdulqadir: Nêçîrvan Barzanî kesekî nerm e guhdariya dengê cuda dike
Derbarê civîna serokê Herêma Kurdistanê ligel hizb û aliyên siyasî, Yekîtiya Niştimanî Ya Kurdistan, Yekgirtûya Islamî Ya Kurdistan, Û Komela Dadgerî Ya Kurdistan, nerînên xwe derbirrîn.

Endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî Ya Kurdistan (YNK) Seidî Ehmed Pîre, ji Rûdawê re ragihand: Serdana Nêçîrvan Barzanî bo Silêmaniyê gaveke girîng e û pêwîst e ev serdan yekrêziyeke xurt bo Bexdayê dirust bike.

Seidî Ehmed Pîre amaje bi wê yekê da ku , ev gotûbêj bandorê li ser aramiya Herêma Kurdistanê dikin.

Hevdem Musenna Emîn, endamê Serkirdayetiya Yekgirtûya Islamî Ya Kurdistan ji Rûdawê re ragihand,  gaveke erênî ye ku, serokê Herêma Kurdistanê guhdariyê li hizban bike, derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û kêşeyan ligel Bexdayê.

Musenna Emîn got: “Weke Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan, em ê têbînî û rexneyên xwe li ber destê Serokê Herêma Kurdistanê deynin. Weke berpirsiyariyeke xwe, em bi eşkere her gazineke xwe dikin.”

Nêçîrvan Barzanî, serdana baregeha Encûmena Bilind a Komela Dadgerî Ya Kurdistan dike. Di wê derbarê de,  Endamê Encûmena Bilind a Komela Dadgerî ya Kurdistanê Farûq Elî, ji Rûdawê re got: “Em pêşwaziyê li şikandina vê sarbûna siyasî dikin û hêvîdar in bibe cihê aştewahiya siyasî û civakî û bidawîanînê bi krîzan.”

Ferîdûn Ebdulqadir: Nêçîrvan Barzanî kesekî nerm e guhdariya dengê cuda dike

Li ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Silêmaniyê siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Ferîdûn Ebdulqadir ragihand ku Nêçîrvan Barzanî kesekyeteke nerm e û dikare guh bide dengên cuda.

Li gorî Ferîdûn Abdulqadir, di gelek pirsgirêkan de ku li Herêma Kurdistanê çê bûne, tevgerên dîplomatîk ên serok Nêçîrvan Barzanî   deriyên çareseriyê vekirin.

Siyasetmedar Ferîdûn Ebdulqadir derbarê berbijêrê bo posta  serokkomariya  Iraqê de jî got ku beriya niha Serok Mesûd Barzanî ragihandiye ku ew ne li dijî wê yekê ye ku postê serokkomar bo YNKê be, lê divê li ser navekî lihev bikin.

Li gorî nêrîna Ferîdûn gavên mezin hatine avêtin û derfeta lihevkirinê li ser berbijêrekî postê serokkomar heye.

 



 
Nêrîna welatiyan derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî de

Nêrîna welatiyan derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî de
Derbarê serdana serokê herêma Kurdistanê bo Silêmaniyê, Rûdawê nêrîna beşek ji  welatiyên Herêma Kurdistanê wergirtin.

Welatî dibêjin ku ev serdan di vê demê de gelekî girîng û erênî ye.

Beşeke Welatî dibêjin ku ev serdan dê PDKê û YNKê bêtir ji hev nêzîk bike û gotin ku ev destpêşxeriya serok Nêçîrvan Barzanî daxwaza hemû welatiyan e û rê li ber nakokiyan digire.

 

Rudaw

Top