• Friday, 29 March 2024
logo

Zewaceke bikom li ser kana herî mezin a xwê ya li cîhanê

Zewaceke bikom li ser kana herî mezin a xwê ya li cîhanê

 Li kaneke berhemanîna xwê li welatê Bolîvya zewaceke bikom hat kirin, 34 keç û kur li ber dengê dihol û muzîkên niştimanî ahenga zewaca xwe saz kirin.

Bûkeke beşdar di ahenga zewaca bikom de dibêje, “Her kesî ew derfet nîne ku li cihekê wiha ciwan ê weke Salar Dî Uyunî bizewice. Ez ji vê derfetê gelek kêfxweş im.”

Dayîna mohletê bo zewaca li vê kana xwê, him bo bûk û zavayan him jî bo mêvanan sûrprîzek bû.

Hikûmeta Bolîvyayê, kanên girîng ên weke sodyum, potasyum, magnezyum û lîzyom ji vir derdixe.

Zavayeke beşdar di ahengê de dibêje, “Dayîna derfetê  bo bûk û zavayan  daku bikarin li Salar Dî Uyunî bizewicin karekî ciwan e. Ev yek ji cihên balkêş e ku dikarin têde vê helekeftê pêşkêşî cîhanê bikin.”

Salar Do Oyonî ya li parêzgeha Danyel Kampos a welatê Bolîvyayê, li cîhanê wek yek ji kanên herî mezin ên xwê tê hesibandin ku li ser rûberê 10 hezar kîlometre çargoşe ye.

Ev kana xwê di encama hişkbûna golekê de çêbûye ku li gor baweriyan dîroka wê vedigere bo 40 hezar sal berî niha.

 

Rudaw

Top