• Saturday, 20 April 2024
logo

Rêveberiya Ewlekariya Wanê li ser îdiaya 'revandina zarokan' daxuyanî da

Rêveberiya Ewlekariya Wanê li ser îdiaya 'revandina zarokan' daxuyanî da

Rêveberiya Ewlekariya Wanê red kir ku di van demên dawiyê de li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê bi awayekî berçev zêde bûye.

Di van demên dawiyê de li ser platformên medyaya civakî agahiyên derbarê “revandina zarokan” de zêde bûne.

Di daxuyaniya Rêveberiya Ewlekariyê ya Wanê de hat ragihandin ku îdiayên li ser medyaya civakî li parêzgehên cuda yên wekî Wan, Amed, Riha û Kirikkaleyê nûçe/postên revandina zarokan tên kirin, rastiyê nîşan nadin.

Rêveberiya Ewlekariyê ya Wanê  di daxuyaniya xwe de dibêje“Derbarê vê mijarê de li rêveberiya me û rêveberiyên polîsan ên li parêzgehên navborî ti gilî û gazin nehatine tomarkirin. Nivîsên bi vî rengî yên xerab ên 'revandina zarokan' ku li ser medyaya civakî bi armanca provokasyonê, ewlekarî û aramiya parêzgeha me dike hedef û têgihîştineke neyînî çêdikin, rastiyê nîşan nadin.”

Di van demên dawiyê de li ser medyaya civakî hatibû hatin li Wan, Amed û Rihayê kesên ku xwe wek jinan nîşan didn zarokan direvînin û hatibû îdiakirin ku li Rihayê kesek ji ber vê sedemê hatiye desteserkirin.

 

Rudaw

Top