• Thursday, 25 April 2024
logo

Pisporekî siyasî: Mesrûr Barzanî asayişa Kurdistanê dike beşek ji asayişa cîhanê

Pisporekî siyasî: Mesrûr Barzanî asayişa Kurdistanê dike beşek ji asayişa cîhanê

Pisporekî siyasî dibêje, xebatên dîplomatîk yên serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî girîng dibîne û dibêje, Mesrûr Barzanî bi rengekî jîrane asayişa Kurdistanê dike beşek ji asayişa cîhanê.

Mamostayê zankoyê û pisporê siyasî, dr. Perwîz Rehîm Qadir li ser xebatên dîplomatîk yên serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya korbenda aborî ya Davosê de ji BasNewsê re got, di korbenda Davosê de ji bilî mijarên aborî mijarên din yên mîna êrişa Rûsya li ser Ukrayna, asayişa enerjiyê û şerê li dijî terorê û asayişa aborî û xorakê jî tên axaftin.

Dr. Perwîz Rehîm her wiha got, Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn xwedan roleka berçav e di şerê terorê de. Piştî şerê Rûsya û Ukrayna û derketina kirîza enerjiyê, Siûdiye û Qeter dê asta hinartina neftê bilind bikin. Ewropa jî dixwaze alîternatîfa gaza Rûsya bibîne bo ku êdî ji bin gef û fişarên Rûsya derkeve. Kak Mesrûr Barzanî jî hewl dide pêgeha Herêma Kurdistanê di warê dabînkirina enerjiyê de bide nasîn û nîşan bide ku Kurdistan dikare rola xwe di dabînkirina asayişê de, çi di warê enerjiyê de çi jî di warê nehîştina terorê de bilîze.

Wî pisporê siyasî da xuyakirin, ji ber wê jî korbend û konferansên bi vî rengî girîng û baş in da ku pêgeha Kurdistanê were nasîn.

Bi gotina wî pisporî, serokê hikûmeta Kurdistanê bi nêrîn û şiroveyên xwe li ser pirsgirêkan û bi rengekî jîrane asayişa Kurdistanê dike beşek ji asayişa cîhanê, ev jî dê bibe sebeb ku bi xwe re destkeftên mezin bîne.

 

 

Basnews

Top