• Tuesday, 23 April 2024
logo

Kujera zaroka 7 salî ya bajarê Hesekê hat girtin

Kujera zaroka 7 salî ya bajarê Hesekê hat girtin

 Asayişa Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê kujera zaroka 7 salî ya li Hesekê desteser kir ku pêr bi kêran hatibû kuştin.

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê roja 24ê Gulanê, termê zarokeke keç a 7 salî ya bi navê Weid Semîr Hesen hatibû dîtin ku bi kêran hatibû kuştin.

Termê wê zaroka 7 salî li ser qata çarem a avahiya mala wan hatibû dîtin. Hat ragihandin, ku kujera wê zarokê hatiye naskirin û hatiye desteserkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) a Rêveberiya Xweser îro derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û têde ragihand, Dema ew ji bûyerê hatin agahdarkirin lêkolîn derbarê bûyerê de dest pê kirin û di encama lêkolînan de kujera wê zarokê hatiye desteserkirin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, “Têkoşîna li dijî tawanan gihişte jineke gumanbar ku xizma wê keçê ye, hat gazîkirin, lêpirsîn pê re hat kirin û ew bi delîlên ku hêzên me bidestxistine re rû bi rû hat hiştin, lewra gumanbar di lêkolîna destpêkê de li xwe mikur hat ku wê tawana kuştinê kiriye.”

Li gor agahiyên ji hin çavkaniyan, ew jina hatiye desteserkirin, jinxala zaroka 7 salî ye.

Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê herwiha destnîşan kiriye ku derbarê bûyerê û zanîna hûrgiliyan û sedema kuştinê, lêkolînên wan berdewam dibin.

Zaroka 7 salî Weid Semîr Hisên ji taxa Kelase ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, tekane keça dayîka xwe bû û bavê wê wefat kiriye.

 

 

Rudaw

Top