• Thursday, 28 March 2024
logo

Hunermendê Kurd Mem Ararat: Konsera me ya Bursayê hat qedexekirin

Hunermendê Kurd Mem Ararat: Konsera me ya Bursayê hat qedexekirin

Konsera hunermendê Kurd Mem Ararat ya li Bursayê bi hinceta “ewlehiya giştî” ji aliyê Waliyê Bursayê hat qedexekirin.

Hunermendê Kurd Mem Ararat li ser hejmara xwe ya medyaya civakî “Twitter” daxuyaniyek da û diyar kir ku konsera wî ya ku dê di 29'ê Gulanê de li Navenda Kongre û Çandê ya Bursayê Merinos Ataturk bihata kirin, ji aliyê Walîtiya Bursayê ve bi hinceta "ewlehiya giştî" hatiye betalkirin.

Mem Ararat diyar kir, ev biryar di bingeha xwe de dijayetî û dijberiyê dihewîne.

Her wiha Mem Ararat got jî: “Lê em ê tu carî xwe jê nedin paş û stranên xwe bi hemû zaravayên zimanê xwe bibêjin, bila qet gumana kesî tune be.”

Ev yek di demekê ye, Li Tirkiyê di demen dawî de hejmarek ji konser û şanoyên Kurdî hatin qedexekirin, wek konserta hunermenda Kurd Aynur Dogan li Kocaeliyê, konserta hunermendên Kurd Metîn û Kemal Kahraman û şanoya Kurdî ya Tîma Şanoyê ya Amedê li Mûşê.

 

K24

Top