Li Stenbolê 3 kes kuştî hatin dîtin
Hat diyarkirin ku li navçeya Şîşlî ya Stenbolê di apartmanekê de 3 kes kuştî hatin dîtin.
Li taxa Fulya navçeya Şîşliyê di apartmanekê de 3 kesên ku di nav wan de jinek jî heye mirî hatin dîtin.
Li gorî nûçeya DHAyê, danê sibeha îro Înê ji apartmana qata jorîn a avahiya 4 qatî dengê çekan hat bihîstin.
Hat destnîşankirin ku li ser agahdarkirinê tîmên ewlehiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Polîsên ku ketin hundirê malê, rastî cenazeyên 3 kesan hatin ku bi guleyê hatibûn kuştin û yek ji wan jin bû.
Piştî lêkolîna cihê bûyerê dê cenaze ji bo otopsiyê bibin morga Tiba Edlî.
Rudaw