• Friday, 19 April 2024
logo

Kesên ji bilindahiyê ditirsin nikarin vî karî bikin

Kesên ji bilindahiyê ditirsin nikarin vî karî bikin

Karê paqijkirina pencereyên avahiyên bilind yek ji karên zehmettir e ku kesên tirsa bilindahiyê bi wan re hene nikarin vî karî bikin. Li Stenbolê karkerên paqijiyê ku tirsa bilindahiyê şikandine bi werîsê xwe ji avahiyên bi sedan metre bilind in ber didin jêr û paqijiya pencereyan dikin.

Ji erdê bi sedan metre bilind hildikêşin ber bi avahiyên bilind. Xwe wek çiyagerên li nav bajêr jî bi nav dikin. Lê ev ne ji bo kêf ê ji bo debara mala xwe tevî xetereyên mezin derdikevin avahiyên bilind û paqijiya pencereyên van avahiyan dikin.

Karker Mehmet Yetkîn ji K24ê re diyar kir: “Ji 18 saliya xwe pê ve ez vî karî dikim. Ez derdikevim avahiyên bilind û paceyên van avahiyên bilind paqij dikim. Gelek xetereyên vî karî hene. Yek ji wan jî ba ye. Dema kar bayên ji nişka ve derdikevin dibe sedema hejandinê û ev jî metirsiya me zêdetir dike. Her kes nikare vî karî bike. Kesên ji bilindahiyê ditirsin, kêşeya tansiyonê bi wan re hene, hişê wan zû bi zû diçe tê nikarin vî karî bikin.”

Piştî tedbîrên pêwîst tên wergirtin ji qata herî jor ber bi qata herî jêr ve paqijî tê kirin. Dema kar ji bo parastina jiyana karkeran tedbîra herî girîng werîs e, tiştekî neyinî rû bide bi van werîsan hewla parastinê didin.

Karker Muslum Taşkiran jî dibêje: “Heta ez bibim xanenişîn ez ê vî karî bikim. Metirsiya debara malê ji rîska vî karê paqijkirina avahiyên bilind zêdetir e. Jiyana me girêdayî werîsan e. Dema kar xeletiyeke biçûk rû bide yanê em ji qateke bilind bikevin xwarê ne wesayîta ambûlansê yekser wesayîta cinazeyê tê. Wate kesên ji vir bikevin xelasiya wî tune ye.”

Li Stenbolê ji zêdeyî 150 avahiyên bilind hene ku bilindahiya her van avahiyan ji zêdeyî 175 metre ne. Ji bo paqijiya paceyên van avahiyên bilind pêdivî bi xebatkarên ji bilindahiyê natirsin heye. Kesên vî karî hildibijêrin tirsa xwe ya ji bilindahî jî şikandine.

 

 

K24

Top