• Thursday, 28 March 2024
logo

Hejmara çekdarên Heşdî Şeibî li Kerkûkê tê zêde kirin

Hejmara çekdarên Heşdî Şeibî li Kerkûkê tê zêde kirin

Di dema civîna fermandariya proseya hevbeşên Kerkûkê û fermandariya eniya bakur a Heşdî Şeibî de rêkeftine ku hejmara çekdarên Heşdî Şeibî li sînorê Kerkûkê zêde bikin.

Li gor daxuyaniyekî eniya bakur a Heşdî Şeibî, amaje bi wê hatiye kirin ku di civîna fermandarê proseya hevbeşên Kerkûkê ferîq Elî Ferecî û fermandarê eniya bakur a Heşdî Şeibî Yilmaz Necar rêkeftin hatiye kirin ku li wan cîhên ku sînorê Kerkûkê yên ku binpêkirinên ewlehiyê têde zêde heye, çekdarên Heşdî Şeibî bên zêde kirin

Ev yek di demekî de ye ku rewşa ewlehiya parêzgeha Kerkûkê di saya çekdarên Heşdî Şeibî û hêzên sepandî de roj bi roj xirabtir dibe.

 

Basnews

Top