• Thursday, 28 March 2024
logo

Êlih - Kesekî birazî û jinbira xwe kuşt û hevjîna xwe jî birîndar kir

Êlih - Kesekî birazî û jinbira xwe kuşt û hevjîna xwe jî birîndar kir

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê kesekî jinbir û xwarziyê xwe kuşt û hevjîna xwe jî birîndar kir.

Bûyer di demjimêrên şeva 27ê Gulana 2022ê li Parka Şerzan Kurt a li taxa Huriyetê çêbû.

Li gor zanyariyan kesekî bi navê Şexmus  D. ku temenê wî 65 salî ye ji ber sedemek nediyar, bi demançeyê teqe li hevjîna xwe Felek D. (44) jinbira xwe Kezîban D. û biraziyê xwe Abdulganî D. (25) kir, ew birîndar kirin û ji cihê bûyerê reviya.

Li ser agahiyê tîmên tendirûstî çûn cihê bûyerê û kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê.

Hat ragihandin ji birîndaran Kezîban D. û Abdulganî D. tevî hewildanên pizîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan û rewşa Felek D. jî ne cîgir e.

Li aliyê din Hêzên Ewlekariyê ji bo destserkirina Şexmus D. dest bi lêkolînan kirin.

 

 

Rudaw

Top