Xwezaya kesk û spî ya Zozana Beravê ya Dêrsimê
Zozana Beravê ya li navçeya Pilemor a Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê rêya nû ya geştiyariyê ya hezkiriyên xwezayê ye, di nav çiyayên ku berf li ser lûtkeyên wan de hene rengên darên kesk pêşwazî li geştyaran dike.
Hezkiriyên xwezayê yên ku piştî rêyên çiyayan ên dijwar, xwe digihînin zozanê, bi xwezaya geş û çiyayên bi berf yên di heman çarçoveyê de matmayî dimînin.
Rudaw