Li Amerîkayê di malekî de teqînek pêkhat: 4 kes mirin
Li eyaleta Pennslvania ya Amerîkayê di malekî de teqînek pêkhat û 4 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya çapemeniya Amerîkayê li bajarê Pottstown a ser bi eyaleta Pennsylvania şeva borî di malekî de teqînek pêkhat û di wê teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes birîndar bûn û 2 kes jî winda bûne.
Derbarê sedemê teqînê de heta naha ti daxuyaniyekî fermî nehatiye dayîn.
Basnews