• Friday, 19 April 2024
logo

Baroya Stenbolê bertek nîşanî qedexekirina konseran da

Baroya Stenbolê bertek nîşanî qedexekirina konseran da

Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê derbarê qedexekirina konsertan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan da got em van gotin û çalakiyên ku Destûra Bingehîn binpêdikin qet qebûl nakin.

Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê derbarê qedexekirina hejmareke konsertan ji aliyê şaredariyên AKPê de daxuyaniyek belav kir û got  ev qedexekirin armanc dike ku mafê jinan yê bi awayekî azad biryardayîna derheqê xwe de ji destê wan werbigre.

Baroya Stenbolê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Ev demeke li beramber hunermendên me bi taybetî jî ên hunermendên jin êrîş, destdirêjî û qedexekirina konsertan tê kirin. Ev kiryarên tên kirin mafên me ê jiyanê, gohdarkirina me a sitranan, beşdarbûna konsertan, derketina kolanan û kenê me ji destê me digre.”

Di demên dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmareke konsert û çalakiyên bi Zimanê Kurdî ji aliyê şaredariyên AKPê ve hatin qedexekirin.

Li parêzgehên Bursa û  Kocaeliyê konsertên Aynur Dogan û herî dawî jî Parêzgariya Bursayê ragihand ku konserta hunermendê Kurd Mem Ararat jî bi hinceta ewlekariya giştî hatiye qedexekirin.

Li Tirkiyê ne tenê konserên hunermendên Kurd, yê hunermendên Tirk jî tên qedexekirin. Melek Mosso hunermendeke Tirk e, biryar bû di çarçoveya Festîvala Navneteweyî ya Gul de li Ispartayê konserekê bide. Lê Şaredariya AKPê bi hinceta ligel bawerî û nerîtên xelkê naguncive rê neda. Piştî biryara qedexeya konserê, Şaredariya Burdurê ku di destê CHPê de ye banga Melek Mosso kir, da ku li Burdurê konserê bide.

 

Rudaw

Top