• Friday, 29 March 2024
logo

Îsraîlê li hember yasaya Parlamentoya Iraqê bertek nîşan da

Îsraîlê li hember yasaya Parlamentoya Iraqê bertek nîşan da

Îsraîl derxistina yasaya qedexekirina pêwendiyan li parlamentoya Iraqê şermezar dike û weke yasayeke dûrî rastiyê bi nav dike.

Wezareta Derve ya Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand: “Em biryara Parlamentoya Iraqê ya pesendkirina yasaya li dijî asayîkirina pêwendiyan û sepandina sizayê darvekirinê bi ser her kesekî pêwendiya wî ligel Îsraîlê hebe, şermezar dikin.”

Herwiha diyar kir: “Ev yasa Iraq û gelê wê ji rastiyê qut dike, serkirdeyên ku rêya rik û handanê hilbijart, zirar gihande gelê xwe.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de Wezareta Derve ya Îsraîlê ji gelê Iraqê daxwaz dike ku "piştevaniya vê helwesta tundrewiyê nekin".

Wezareta Derve ya Îsraîlê tekez kir: “Rêkeftinnameyên aştî û asayîkirina pêwendiya dewletên Ereb ligel Îsraîlê, aramî û vejîn e ji bo gelên navçeyê û siberoja Rojhilata Navîn desteber dikin.”

Roja pêncşemê 26ê Gulana 2022yan Parlamentoya Iraqê projeyasaya qedexekirina asayîkirina pêwendiyan ligel Îsraîlê bi piraniya dengên amadebûyan pesend kir.

 

K24

Top