• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Almanyayê navendek bo belgekirina komkujiya Kurdên Êzdî hat vekirin

Li Almanyayê navendek bo belgekirina komkujiya Kurdên Êzdî hat vekirin

Bergen Belsen; di dîroka Almanyayê de heta dawiya şerê cîhanî yê duyem bi taybet ji bo cihûyan kampeke hovane bû, niha bûye muzexane. Li Muzexaneya Bergen Belsenê projeyeke bi navê Ferman taybet bo dokumentkirina tawan û qirkirina Kurdên Êzdî ji aliyê DAIŞê ve di çarçoveya fonda herêma Niedersachsen bo cihên bîranîn û monûmêntan destpê kiriye.

Bergen Belsen wek girtîxaneyeke zorlêkrin, îşkencedan, birçîkirin û qirkirina mirovan; bi taybetî ya cihûyên bi ferman û destên Nasyonal Sosyalsitên ku wek Nazî tên nasîn.

Heta sala 1945an hêzên Brîtanyayê gihşitîn vê deverê herî kêm 52 hezar kes ji birçîbûn, tirs û şert û mercên dirindane û bi mebest hatîne afirandin, jiyana xwe ji destdan.

Dr. Leyla Ferman, hawniştîmanîyeka Êzdî ya ku li Almanyayê ji dayik bûye, rojane berê dide rêya muzexane û Fonda Bergen Belsen.

Çarenvîs an bêşanisya wê be; projeyeke navê wê Ferman e; taybet bi dokumentkirina tawan û qirkirinên hawniştîmanyên Êzdî ji aliyê DAIŞê ve di çarçoveya fonda herêma Niedersachsen bo cihên bîranîn û monûmêntan destpê kiriye.

Rêvebera Projeya Ferman bo Dokumentkirin û Arşîvkirina Tawanên DAIŞê dijî Êzdiyan Dr. Leyla Ferman got “Ev projeya me Ferman ji gelek beşan pêk tê. Beşa bingehîn ew beş e ku niha em zêde li serê dixwebitin beşa arşîvê ye, bikaribin arşîveke navendî bidin avakirin. Ew tê wê wateyê em lêkolîn dikin, digeron gelo heta roja îro kîjan arşîv li kê derê derbarê fermana Êzdiyan de heye û hem jî em bikaribin wan arşîvan zêdetir û xurttir bikin. Li ser wê esasê jî em bi mirovên ku ji fermanê xelasbûne re hevpeyvînên kûr dikin, taybet jin û mêrên ku ketin destê DAIŞê.”

Akademîsyena Kurd a Êzdî û Alman, cihê  dîroka reş a Almanya bi  dide naskirin. Her gavekê ji vê axê bi plan û mebest hatiye bikaranîn.

Li wê derê dokumênt û bermayên jiyana rojane yên dîlgirtî, zîndanî û qurbaniyan bi şarezayî û awayekê rêkupêk têne nimayişkirin.

Di dilê wê de birîneke dermannebûy bi nixaftî û bêdeng heye; Necla yek ji keç û jinên rizgarbûyên DAIŞê û niha di projeyêde ew bixwe kar dike. Peyamnerê Rûdawê Zinar Şîno jê di prise ew çi ji hewl û karên mîna projeyê ferman dixwaze?

Rizgarbûya ji destê DAIŞê Neclar “Berî her tişterkî gelek giring e ku edalet bê bicihanîn û giring e ev doz neyê jibîrkirin jî, ji ber ku ev doz ne dozeke biçûk e. Ne tenê doza Êzdiyan e, ya her jinek û her keçekê ye ku di cihanê de ev tişt bi serê wê de hatiye.”

Ezmûnên prî êş û janên jibîrnebûyîn yên hevbîrên olî û zimanî bo Dr. Leylayê çavkaniyeke sereke û zanyariyên ji destê yekem in, ji bo arşîvkirin û dokûmentkirina jenosîda DAIŞê li hemberî Êzdîyan kiriye.

Dr. Leyla Ferman got jî “Gelek mirov tiştên cuda jiyan kirin, pêwîst e dema em behsa vê fermanê bikin, em bikaribin hemû êş û birînên vê civakê jî bibînin û nas jî bikin. Lewma lazim e hem bi jinan re hem jî bi mêran re bipeyivîn. Helbet em ê li binêrin divê ji milê başûr bin û ji milê bakur bin ev tiş giring e. Êdî ew arşîva me esasa wê ev axavtinên mirovên ku ji vê fermanê xelas bûne û ew komkirina arşîvan û xurtkirina arşîveke navendî. Ew jî bighek e ji bo beşên din ên di nav vê projeyê de. Beşên din çi ne? Belavkirin û perwerdekirina li ser fermana Êzdiyan.”

Projeyê Ferman a xanima Leyla, ji sedemên fermanên bi serê hevniştîmaniyên Êzdî hatiye navê kalikê wê jî Ferma e, dê heta dawiya sala 2023ê di çarçoveyê Fonda herêma Niedersachsn bo cihên bîranîn û monomêntan berdewam bibe.

Dr. Leyla Ferman diyar kir “Em vê projeyeê wek gaveke yekemîn dibînin. Lewma me dixwest em li vê derê dest pê bikin. Ji bo dezgeh jî dezgeha Die Stiftung Niedersächsische Gedenkstätten û ev projeyeke nû ye ji bo wan jî, ji ber ku ji paşerojê heta roja îro jî tenê bi civakên weke li Bergen Belsen an ji taybet bi civakên ki di şerê Cîhanê a duyemîn de rastî fermanê hatine re mijûl in. Ev cara yekemîn e ku ciheke bîranînê bi Êzdiyan re mijûl dibe.”

Dr. Leyla Ferman, yek ji wan gelek kesan ku piştî êrişa DAIŞê di Tebaxa 2014an de ya ser Şingalê û deverên din yên hevniştîmaniyên Êzdî, piraniya kar û xebatên xwe ji bo pirsa lêgerîn, arşîvkirin û dokumêntkirina tawanên DAIŞê veqetandiye.

 

 

Rudaw

Top