• Thursday, 28 March 2024
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê kir

Gulan Media September 8, 2022 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya           Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Yekitiya Ewrupayê Ville Varjola kir.

Derbarê hevdîtinê daxuyaniya ji aliyê Baregayê Barzanî ve hatiye dayîn waha ye:

Roja çarşem 07.09.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Ville Varjola Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê û şandeke li gel kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Yekîtiya Ewrupa ragihand ku Yekîtiya Ewrupa bi girîngiyê ve temaşa Herêma Kurdistanê dike û rola Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina aramiya Iraq û navçeyê bilind dinirxîne. Eve jî xisterû ku Yekîtiya Ewrupa biryar daye Nûnerayetiya xwe berfirehtir bike û Nûnerayetiyeke herdemî li Herêma Kurdistanê da dabimezrênê.

Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û kêşeya siyasiya nav proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin û Balyozê Yekîtiya Ewrupa tekez li ser destûr û diyalog wekî bingeha çareseriya kêşeyan kir. Heman demê de pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya ji bo hevdû nêzîkkirina aliyên Iraqiyan hebû û piştevaniya Yekîtiya Ewrupa jî ji bo encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê ragihand.

Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî xweşhaliya xwe ji bo biryara Yekîtiya Ewrupa ya ji bo vekirina Nûnerayetiya herdemî ya Yekîtiya Ewrupa li Herêma Kurdistanê nîşan da û di derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî wê yekê xisterû ku Partiya Demokrata Kurdistanê li gel ewe daye ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem de bêne encamdan û daxwaz jî kir ku civaka navdewletî li yarmetîdan û çavdêrîkirina hilbijartinên Herêma Kurdistanê de rola xwe hebê.

Di derbarê qeyrana siyasiya Iraqê jî Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku sedema ji hev veqetîn û qeyrana siyasiya Iraqê pêgirînebûna bi destûr û her hikûmetek jî ku li paşeroja li Iraqê da bê pêkanîn divê li ser bingeha bernameyeke berfireh û bihêz û parastina mafên Herêma Kurdistanê û berçavgirtina prensîpên şeraket û hevsengî û sazan û li çarçêweya destûr û diyalogê bê.

 

Basnews

Top