Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda Yekîtiya Ewrûpayê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 8ê Îlonê, pêşwazî li şanda hevbeş a Yekîtiya Ewrûpayê ya li Iraq û Sûriyê kir, ku bi serokatiya Balyozê Yekîtiya Ewrûpa yê li Iraqê Ville Varjola bû.
Di civînê de ku Berpirsê Şandeya Yekîtiya Ewrûpa yê li Sûriyê û Serokê nû yê Şanderê Şêwirmendiya Yekîtiya Ewrûpayê ya li Iraqê amade bûn, li ser pêşhat û guherînên herî dawî yên li Iraq û Sûriyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewrûpayê gotûbêj hat kirin.
Piştî pêşkêşkirina kar û çalakiyên Yekîtiya Ewrûpayê li Iraq û Sûriyê, Balyoz Ville Varjola pesnê proseya çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wê helmeta avakirin da, ku niha li Herêma Kurdistanê heye û amadebûna Yekîtiya Ewrûpayê ji bo her hevkarî û hevahengiyê ligel Hikûmeta Herêmê nîşan da.
Serokê Şandeya Yekîtiya Ewrûpayê li Sûriyê, spasiya alîkariya mirovî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo penaberên Sûriyê yên li Herêmê û hêsankariya hatûçûna navbera Herêma Kurdistanê û navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser pêwendiya bihêz û dostane ya navbera Herêma Kurdistanê û welatên Yekîtiya Ewrûpayê û xwesta pêşveçûna zêdetir a pêwendiyên li ser hemû astan nîşan da.
Di beşeke din a civînê de, Serokwezîr piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo encamdana proseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di demeke herî nêz de cardin anî ziman û amadebûna hikûmetê jî ji bo her alîkarî û hêsankariyê ji bo vê mebestê ragihand.
K24