• Friday, 29 March 2024
logo

Dikandarekî Kurd li Brîtanyayê hat kuştin

Gulan Media September 13, 2022 Civakî
Dikandarekî Kurd li Brîtanyayê hat kuştin

Welatiyekî Kurd li Brîtanyayê ji aliyê hevkarekî xwe ve bi derbên kêrê hat kuştin. Birayekî wî jî dibêje, ji aliyê kurdekî Başûrê Kurdistanê ve “ji bo pere” hatiye kuştin.

Navê wî kesê hatiye kuştin, Bako Azad û 27 salî bûye û xelkê navçeya Raniye ya Başûrê Kurdistanê ye.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Bako Azad dema 8 salan bû ku li Brîtanyayê dijiya, lê roja 12ê Îlonê li bajarê Kolçester (Colchester) ji aliyê kurdekî din ve hatiye kuştin.

Kesê bikuj jî xelkê Başûrê Kurdistanê bûye.

Ako Azad Hacî Şêxe, birayê Bako Azad roja Duşembê 12ê Îlonê derbarê mijarê de ji Rûdawê re ragihand, “dikana birayê min hebûye li vî bajarî û bi xwe re kurdekî Başûrê Kurdistanê biriye ser kar, lê îro ji aliyê wî kesî ve bi kêrê hatiye derbkirin û hatiye kuştin.”

Ako Azad diyar kir, “wî kesî ji ber pere birayê min kuştiye, çimku li gor zanyariyên gihîştine me, gelek pere bi birayê min re hebûye, her ji ber wê jî ew kuştiye.”

Heta niha aliyên fermî derbarê sedem û hûrgiliyên kuştina wî welatiyê Kurd de tiştek aşkere nekirine.

Ako Azad Hacî Şêxe destnîşan kir, birayê wî li Brîtanyayê gelek kar kirine lê herî dawî dikaneke wî hebûye ji bo firotina pêwîstiyên rojane.

Birayê wî xortê Kurd tekez kir, “birayê min gelek alîkariya wî xortî kiriye û dost û kesûkarên me li Brîtanya dibêjin, birayê min Bako gelek alîkariya wî xortî kiriye û gelek jî hewl daye wî bîne ser rêya rast daku şaşiyan neke, lê belê mixabin herî dawî wî kesî ji bo pere birayê min kuşt.”

 

 

Rudaw

Top