• Wednesday, 24 April 2024
logo

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê dîsa vedigere salonên mezin ên sînemayî

Gulan Media September 21, 2022 Hunerî
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê dîsa vedigere salonên mezin ên sînemayî

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (LKFF) piştî du salan, ku ji ber pandemiya Covid-19ê  bi awayekî online hatibû çêkirin, îsal dîsa festival vedigere salonên mezin ên sînemayî.

13mîn Festîval Fîlmên Kurdî ya Londonê, biyar e di navbera 23ê û 30yê Îlona 2022an de li paytexta Brîtanyayê bajarê Londonê li Sînemaya Rio & Vue birêve biçe.

Hebûna fizîkî ya LKFFê dê derfetê bide xwediyê bilêtan ku bi fîlmçêker, derhêner û lîstikvan lihev bicvin. Di heman demê de LKFF dê bi navê pîrozkirina çand û sînemaya Kurdî çalakiyên wek pirs û bersiv, gala, şahî û merasîma xelatdayînê li dar bixe.

Di xala 13emîn a LKFFyê de bernameyeke fîlmên pêşhilbijartî tê pêşkeşkirin bikin ku ew fîlm di navbera salên 2021-2022an de derketine. Herwiha danîşana baştirîn fîlmên Kurdî û yên nû derketî dê bêkirin ku di dema pandemiyê de firsenda wan çênebûye navê xwe bidin bihîstin.

Derbarê fîstivalê de Dîrektorê Festîvalê Ferhan Stêrk dibêje: “Ez bi fîlmên bijartî yên îsal pir kêfxweş im û hêvîdar im temaşevan jî îsal ji fîlman kêfxweş bibin. Me çapeke wisa taybet saz kir ku bi çîrokên taybet ên yekta ku dê me vegerîne cihê ku em jê tên û tama Kurdistanê bîne bîra hemû temaşevanan. Em dê çandê vegerînin ekranên mezin û bi civakên din ên li Londonê re bikevin têkiliyê.”

Dîrektora Bernameyan  Şerîban Suyur jî bal kişand li ser çalakiyên festîvalê û got: “Em dê dîsa bi mirovan re bicivin û ligel hev li ser ekranên mezin li fîlman temaşe bikin. Parvekirina tecrûbeyeke wiha dê pir xweş be. Em dê bi panêl, komxebat û partiyên LKFFê li Venueyê Sînemaya Kurdî pîroz bikin û ev yek dê coş û yekîtiyê bîne me. Pêşwazîkirin, galaya vekirin û girtinê û merasîma xelatdayînê ya LKFFê dê atmosfereke bêhempa ava bike ku temaşevan û çêkerên sînemayê li hev bicivîn û bi sînemaya Kurdî kêfê bikin.”

Bernameya festîvalê

Li gorî bernameyê 13mîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê, dê 23ê Îlona 2022an bi galayê dest pê bike.

Resepsiyona galayê demjimêr 18:00ê bi dema Londonê li Vue Cinema pêk were. Hunermend Fransî Elenore Fourniau ku straên Kurdî jî dibêje dê şeva galayê konsertek bide beşdariyan.

Fîlmên festîvalê îsal ji aliyê tîma LKFFê bixwe ve hate bijartin. Bi tevahî 31 fîlm dê bên nîşandan ji wan 15 fîlmên demdirêj in û 16 ji wan kurtefîlm in.

Festîval bi nîşandana fîlma Mano Xelîl ya “Cîran”ê wê dest pê bike.

Pêşandana filmên festîvalê dê li 3 sînemayên cuda bêne kirin: Di navbera 23-26ê Îlonê de li Vue Cinema Woodgreenê. Di navbera 27-29ê Îlonê de li Rio Cinemayê. Di 30yê Îlonê de li Prince Charles Cinemayê.

Îsal di 7 beşan de dê xelat bêne dayîn û di çarçoveya festîvalê de wê 2 panêl û workshopek jî bê kirin.

28ê Îlonê derhênerên sereke Şewket Emîn Korkî, Mano Xelîl, Mehmet Alî Konar û Kuratorê Serbixwe Engîn Sustam dê li ser mijara "Damezrandina Sînemaya Kurdî di qada Transneteweyî de û Sînemaya Kurdî wekî rêyek çareserkirina pirsgirêkên civakî-siyasî" nîqaş bikin.

Bernameya xelatê û Gala dê li Prince Charles Cinemayê bê kirin.  LKFF dê bi nîşandana fîlma “Zaroktiya Îmad” xatir bixwaze.

Fîlm derdikevin pêşiyê ev in; Çar Dîwar a Bahman Ghobadî, Govenda Elî û Zîn ya Alî Konar, Ezmûn a Şewket Emîn Korkî, Zeo Nine ya Bextiyar Fetah, Zalava ya Erselan Amirî, Parêzvanê Birayê ya Ferît Karahan û Demsala Dûrîreşkan a Haşim Aydemîr.

Xelatên festîvalê

Xelatên ku dê di çarçova festîvalê de bên pêşkêşkirin: Xelata Baştirîn Belgefîlma Metraja Dirêj a Mehmet Aksoy, Xelata Baştirîn Fîlma Kurtefîlmê ya Kurt a Yilmaz Guney, Xelata Baştirîn Fîlma Pevbestî ya Metraja Dirêj a Roja Zer, Xelata Fîlmê ya Rûmetê ya Festîvala Fîlmên Kurdî a Londonê, Xelata Baştirîn Kurtenelgefîlmê ya Taha Kerîmî, Xelata Baştirîn Lîstîkvana Jin û Xelata Baştirîn Lîstikvanê Zilam

Derbarê LKFFê de

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (LKFF) di sala 2001 de ava bû, ku fîlmên derbarê Kurd û Kurdistanê de berhev dikin û li Londonê digihînin sînemayê. LKFF ji aliyê tîmeke xwebexş ve tê birêvebirin. 

Lijneya Rêveberiya Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê dibêje: “Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê di wê baweriyê de ye ku sînema şêweyeke bi hêz û bibandor a derbirîna hunerî ye û ji bo Kurdan zor girîng e ku ew jî weke hemû neteweyên bindest, veguherandine sînemayeke rizgarî û xweîfadekirinê. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ji bo fîlmçêkerên Kurd û yên ne Kurd platformeke bingehîn peyda dike ku fîlmên bi her şêwe, mijar û cureyê ku çîrok û serpêhatiyên gelê Kurd li çaraliyê cîhanê radixe ber çavan.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê dê wek pêşangehek ji bo sînemaya Kurdî berdewam bixebite û bi xwedîlêderketin û xelatkirina kesên jêhatî û sînemayê dê ji bo mezinbûn û geşbûna Endustriya Sînemaya Kurdî li herêmê û cîhanê hewl bide.” 

LKFF ne tenê fîlmên derheqê Kurdan li seranserê Rojhilata Navîn, -Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyê jî di nav de- tîne cem hev, lê di heman demê de ew wekî platformek dixebite ku temaşevanên Rojhilata Navîn û Rojavayî li hev dicivîne ji bo berfirehkirina diyaloga çandî di navbera civakên cuda yên Brîtanyayê de.

 

Rudaw

Top