• Friday, 19 April 2024
logo

Romannivîsê Kurd Jan Dost li Silêmaniyê hat xelatkirin

Gulan Media September 23, 2022 Hunerî
Romannivîsê Kurd Jan Dost li Silêmaniyê hat xelatkirin

Nivîskar û romannivîsê Kurd ê navdar Jan Dost li bajarê Silêmaniyê ji aliyê Rêxistina Kurdistan Diyalog ve hate xelatkirin.

Ji bo çapkirina romana wî ya nû ku bi soranî jî berî çend rojan hate weşandin, ya bi navê (Ew li hêviya berbangê ne), Rêxistina Kurdistan Diyalog di civîneke berfireh de ku li Silêmaniyê saz kir, xelata rêzgirtinê pêşkêşî Jan Dost kir.

Xelat ji aliyê Reûf Bêgerd ve hate pêşkêşkirin.

Di merasimê de ku li Hola Salim birêve çû, bêhtirî 300 kes beşdar bûn, têde behsa xebata wêjeyî ya Jan Dost û berhemên wî hate kirin.

Xelkê ku beşdarî merasîmê bûbûn, pirtûkên Jan Dost hilgirtin ketin dorê ji bo ku ji wan re îmze bike.

Jan Dost xelkê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ye û niha li Almanyayê dijî.  Jan Dost nivîskar û romannivîsekî navdar ê Kurd e ku 14 romanên wî hene, 2 jî li ber çapê ne.

Herwiha Jan Dost helbestan jî dinivîse û 4 berhemên wî yên helbestan jî hene ku Dîwana Jan û Kela Dimdimê du ji wan in.

 

 

Rudaw

Top