• Wednesday, 17 April 2024
logo

Konsera Îrem Derici ya li Xarpêtê ji ber partiyên siyasî hat betalkirin

Gulan Media September 28, 2022 Hunerî
Konsera Îrem Derici ya li Xarpêtê ji ber partiyên siyasî hat betalkirin

Konsera hunermenda navdar a Tirk Îrem Derici, ku ji aliyê HUDA-PAR, Partiya Seadet û Partiya Yeniden Refah (Ji Nû ve Xweşguzarî) hedef hatibû nîşandan a li parêzgeha Xarpêtê hat hilweşandin.

Hunermend Îrem Derici dê roja 30ê Îlonê di Festivala Gastronomî û Kutilka bi Salçe li bajarê Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê konserek bida. Lê di serî de HUDA-PAR û Partiya Seadet û Partiya Yeniden Refah (Ji Nû ve Xweşguzarî), bi hinceta ligel nirxên menewî yê Xarpêtiyan nagunce û piştgiriya LGBTyiyan dike dijî konsera Îrem Derici derketin û daxwaz kirin konser bê betalkirin.

Piştî daxuyaniyên partiyan Serokê Odeya Şîranîfroşên Xarpêtê Zulfu Tarhan ku ji organîzatorê festivalê ye ragihand ku dê konsera Îrem Derici bê betalkirin û got: “Em dê ji ber zextên hinek saziyên sivîl û partiyan biryara betalkirina konsera Îrem Derici bidin.”

Îrem Derici piştî betalkirina konserê li ser hesabê xwe yê Instagramê nivîsiye: “Ez bawerim ev ne daxwaza Xarpêtiyan e. Her dem peywendiyeke me ya taybet hebû. Ez di ser partiyan û siyasetê re me. Ez hunermend im. Bi milyonan kes guhê xwe didin stranên min. Hûn nikarin bikevin navbera min û hezkiriyên min.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di demên dawî de di serî de hunermendên Kurd hejmareke zêde ya konseran tên betalkirin. Herî dawî 27ê Îlonê konsera hunermedê Kurd Mem Ararat a li Mêrsînê ji aliyê parêzgariya Mêrsînê ve hatibû betalkirin.

 

 

Top