• Friday, 19 April 2024
logo

Mezlûm Ebdî: Welatên gerentor divê sînorekî ji êrîşên Tirkiyê re deynin

Gulan Media September 29, 2022 Nûçe
Mezlûm Ebdî: Welatên gerentor divê sînorekî ji êrîşên Tirkiyê re deynin

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî radigihîne, Tirkiyê ji destpêka îsal ve 59 caran êrîşî herêmê wan kiriye û di encamê de bi dehan kesên sivîl bûne qurbanî.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li hejmara xwe tora civakî “Twitter” ragihand, ji destê îsal ve Tirkiyê 59 caran êrîşî herêmên wan kiriye û di encamê de hejmarek şervan û bi dehan sivîl ku di nava wan zarok û jin hene, bûne qurbanî.

Her wiha Mezlûm Ebdî bang li welatên gerantor ên navdewletî kir, helwestê xwe ji van êrîşan diyar bikin û sînorekê jî ji wan re deynin.

Fermandarê Giştî yê HSDê destnîşan kir jî, di du rojên borî de droneyên Tirkiyê saziyên Rêveberiya Xweser li hermên Cizîr û Kobanê kirine armanc û di encamê de 2 karmendên wê hatin kuştin.

Her wiha diyar kir jî, di êrîşa Tirkiyê ya li ser gundên nahiya Zirganê de, 2 zarok şehîd bûn.

Di dema dawî de, ligel zêdebûna gefên Tirkiyê yên ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, êrîşên asmanî yên bi riya dronan li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola HSDê de zêde bûne.

Pêr 27ê Îlona 2022an jî, droneke artêşa Tirkiyê otomobîlek li nêzîkî bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir û di encamê de Hevserokên Ofîsa Dad û Çaksaziyê ya Herêma Cezîreyê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şêro hatibûn kuştin.

 

Basnews

Top