• Saturday, 20 April 2024
logo

Aloziya piştî lîstika futbolê: 129 kesan canê xwe ji dest dan

Gulan Media October 2, 2022 Nûçe
Aloziya piştî lîstika futbolê: 129 kesan canê xwe ji dest dan

Li Endonezyayê ji ber bikaranîna gaza rondikrêj ji aliyê polîsan ji bo rawestandina şer û pevçûna di lîstikeke futbolê de alozî derket û 129 kesan canê xwe ji dest dan.

Piştî lîstika ku tîma Persebaya Surabaya li yarîgeha Kanjuruhan a bajarê Malangê yê parêzgeha Javaya Rojhilat bi 3-2 Arema Malang têk bir, di navbera alîgirên her du aliyan de gelek şer derketin.

Bi sedan alîgir ji bo ji gaza rondikrêj a polîsan birevin ber bi deriyê derketinê ve herikîn.

Di nava alozî û qelebalixiya mezin de gelek kes bê henase man û xeniqîn. Di aloziyên ku li stadyumê qewimîn de 129 kesan canê xwe ji dest dan.

Rêvebirê Polîsê Javaya Rojhilat Nico Afinta di daxuyaniyekê de ragihand ku derengiya şevê, hema piştî bidawîbûna lîstikê, şer û pevçûnên di navbera komên alîgiran de bû sedem ku polîs gaza rondikrêj bikar bîne û ev yek jî bû sedema tirsê di nav alîgiran de.

Afinta destnîşan kir ku zêdetirî 300 kesan ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên li herêmê lê gelek kes di rê de û di dema dermankirinê de mirine.

Afinta diyar kir ku di nav 180 birîndaran de yên rewşa wan giran jî hene û got, dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

 

Rudaw

Top