• Wednesday, 24 April 2024
logo

Kerkûk- Li dijî biryara îdareya ferzkirî dîsan xwepêşandanek hate lidarxistin

Gulan Media October 2, 2022 Nûçe
Kerkûk- Li dijî biryara îdareya ferzkirî dîsan xwepêşandanek hate lidarxistin

Îro roja yekşemê 02.10.2022ê xwendekarên beşên pizîşkî yên Kerkûkê ku piraniya wan kurd in, careke din kom bûn bi behaneya ku îdareya ferzkirî ya Kerkûkê nahêle dest bi karê xwe bikin.

Di vê derbarê de Aras Kerîm yek ji xwendekarên beşa pijîşkî li Kerkûkê ji (Basnews) re got: “Xwepêşandan îro ji bo pêdaçûn li biryara rêveberiya Kerkûkê hat lidarxistin, ji ber ku leşkerkirina me navendî ye. Kerkûk nahêlin em dest bi kar bikin.”

Herwiha Aras Kerîm dibêje:"Em nêzîkî 400 kes in û piraniya me kurd in. Kartên me yên agahdarkirinê û heta formên xwarinê jî ji Kerkûkê ne. Li Kerkûkê nifûsa me nîne, lê nahêlin em dest bi kar bikin."

Derçûyên pizîşkî yên ku navên wan li ser kar hatine vegerandin û bi hinceta ku li Kerkûkê nînin dest ji kar bernadin, çendîn caran xwepêşandan li dar xistine, lê ti kes alîkariya wan nekir.

 

Basnews

Top