• Friday, 29 March 2024
logo

Hevpeymaniya Navdewletî: HSDê 170 endamên DAISê girtine

Gulan Media January 17, 2023 Raport
Hevpeymaniya Navdewletî: HSDê 170 endamên DAISê girtine

 Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê di çend operasyonên hevbeş de ligel HSDê 170 endamên DAIŞê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê girtin.

Roja Duşemê 16ê Çileya 2023an, Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê di daxuyaniyekê de got: "Ji 28ê Kanûna 2022 û heta 5ê Çileya 2023an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke berfireh bo girtina endamên DAIŞê û rêgirtin li êrîşên wan ên pêşbînîkirî li Cizîra Rojavayê Kurdistanê kirin."

Li gor Hevpeymaniya Navdewletî, operasyon di çarçoveya Birûska Cizîrê de hatiye kirine û nêzîka 1000 endamên HSDê ku di nav de endamên asayîşê hebûn, operasyona gera li pey endamên DAIŞê li navçeyên Til Hemîs, Til Birak û kampa Holê kirine.

Hevpeymaniya Navdewletî dibêje, di dema operasyona heşt rojî de, wan 150 caran bi ser şaneyên DAIŞê de girtine û di encam de 40 gund paqij kirine û zêdeyî 170 endamên DAIŞê girtine, ji xeynî ku dest danîne ser sedan çek û kelûpelên lojîstîkî yên DAIŞê.

Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê General Claude Tudor dibêje, hêzên wan ên hevbeş li Sûriyê di têkşikandina DAŞê de pêbendbûneke zêde nîşan dane û berdewam operasyonên dijî terorê dikin, ku ji aliyê şêxên navçeyê ve daxwaz ji wan tê kirin.

Hevpeymaniya Navdelwrî dibêje, vê operasyonê parastina asayîşa civaka xwecihî bilind kiriye û nîşteciyên navçeyê ji gefên DAIŞê jî diparêze. Herwiha dibêje jî, ew wek Hevpeymaniya Navdewletî li ser erkê şêwirmendî û alîkarîkirina hevbeşên xwe berdewam dibin daku aramî û aştiyê bînin navçeyê.

Top