• Friday, 29 March 2024
logo

Yekîtiya Komên Ereb li ber Konsolxaneya Swêdê nerazîbûn nîşan dan

Gulan Media January 29, 2023 Hunerî
Yekîtiya Komên Ereb li ber Konsolxaneya Swêdê nerazîbûn nîşan dan

Yekîtiya Koma Ereban li ber Konsolxaneya Stenbolê ya Swîdê çalakiyeke protestoyî pêk anî li dijîşewitandina Qûranê ya li ber Balyozcaneya Tirkiyê ya Swîdê. Di çalakiyê de komê ji Swîdê xwest ji hemû mislimanan lêborînê bixwaze.

Karvedanên şewitandina kitêba pîroz Qûranê ya li ber Balyozxaneya Tirkiyê ya Swîdê berdewam dikin. Yekîtiya Komên Ereb li Stenbolê li ber Konsolxaneya Srenbolê ya Swîdê daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin. Di daxuyaniyê de hate gotin; bi qebûlkirina fermî ya hikûmeta Swêdê ya çalakiya şewitandina Qûranê, li dijî normên mirovî ye û li der adet û nêzîktêdayînên nadewletî ye. Ev helwesta kirêt li derveyî rêgezên azadî û demokrasiyê ye û dile bi milyaran mislimanî êşandiye û pê tê armançkirin dijminatiyieke nû bê avakirin.

Cîgirê Serkê Koma Yeîtiya Ereban Sarmad Raşîd ji K24ê re got: “Em wekî Yekîtiya Civaka Ereban li vê dereli ber konsolxaneya Stenbolê ya Swîdê kom bûn. Swêdê rê da rûdaneke sosret li dijî kitêba me ya pîroz Qûranê. Em vê yekê qebûl nakin. Û ne mafê tû kesiye ku Qûranê bişewitîne an jî biqetîne.”

Herwiha di daxuyaniya ku li ber avahiya Konsolxaneya Stenbolê ya Swîdê hate kirin; hate xwestin ku Swîd bi awayekî fermî lêborînê bixwaze ji hemû mislimanan. 

Seroka Komelya Jinan ya Lîbyayê Sûad El Gazalî dibêje: “Li Swêdê Qûran hate şewitandin. Ev hîç ne tiştekî baş e. Qebûl nakin ku hinek ravbin û kitêba me ya pîroz bişewitînin. Em gelek xemgînin ku destûr hatiye dayîn Qûrana me mislimanan bê şewitandin. Em li ber konsolxanyê vê helwestê şermezar dikin.”

Di çalakiya ku li ber Konsolxaneya Stenbolê ya Swîdê çû serî, Yekîtiya Komên Ereb bang li welatên Ereb yên cihanê kir ku dema Swîd lêborînê nexwaze divê li hemû welatan çalakiyên li dijî Swîdê bêne dirûskirin û pêywendiyên dîplomatîk û aborî jî bêne bi dawî anîn.

 

K24

Top